You are on page 1of 17

Ergatîvîtî di Kurdîyê da

LEZGÎNÊ ÇALÎ
NÎSANA 2015Ê
Çima Ergatîvîtî?

 Xeter û metirsî ya nehêlana ergatîvîtiyê di kurmanciyê da gelek


mezin e.
 Nemana ergatîvîtiyê dê çêbûn û werara zimanekê pîvankî yê
kurmancî bi kêmanî 50 salan bi paş biêxe.
 Çima 50 sal? Jiber ko du niviş dibê derbaz bibin û hema şaşûmaşo ji
hev fehm bikin û fehim nekin, heta nivişê sê yê bikare xwe bigehîne
zimanekê wesa xweguhartî ko bê şaşî bihêt fehimkirin.
 Zimanê kurdî (kurmancî) zimanekê di koka xwe da, di dîroka xwe da,
di ruxsarê xwe yê niha da, û di nijar û straktura xwe da zimanekê
ergative e.
Ergatîvîtî Çi Ye?
 Rewşa Lêkeran e.
 Ergatîvîtya Zimanê Kurdî Lêkerên Negerrguhêz anko
întransitîv venagire.
 Tenê di Demên Bihurî yên Lêkerên Gerguhêz anko
Transitîv da dîyar dibe.
 Biker/kara/fail/subjektê Lêkerên Gerrguhêz di Demên
Bihurî da wekî berkar/bireser/objektê lêkeran dîyar dibe.
Û bervajî.
 Anko, lêker ne li goreyê subjektî, lê li goreyê objektî
tevdigerre.
Nimûneya Zimanên Ergatîv

 Pehlevî
 Orartoyî
 Horî
 Sûmerî
 Gurcî
 Lazî
 Çerkesî
 Çeçinî
 Baskî
Mînak-negerrguhêz

 Dema Nebihurî
 Ez diçim. Em diçin/diçîn
 Tu diçî. Hûn diçin.
 Ew/Ehmed/Şirîn diçe/diçit/diçît/diçîtin. Ew/Kurd/Pêşmerge diçin.

 Dema Bihurî
 Ez çûm. Em çûn/çûyn.
 Tu çûy. Hûn çûn.
 Ew/Ehmed/Şirîn diçe/diçit/diçît/diçîtin. Ew/Kurd/Pêşmerge diçin.
Mînak-negerrguhêz
Soranî
 Dema Nebihurî
 (E)Min deçim/derrom. (Ê)Me deçîn/derroyn
 Etû/To deçî/derroy. Engo/Êwe deçin/derron.
 Ew deçê/derrwa(t). Ewan deçin/derron.

 Dema Bihurî
 (E)Min çûm/royîştim. (Ê)Me çûyn/royîştîn.
 Etû/To çûy/royîştî. Êwe/Engo çûn/royîştin.
 Ew çû/royî(şt)/roşt. Ewan çûn/royîştin.
Mînak-Gerrguhêz (dema nebihurî)

 Ez kesekî/Ehmedî/Şirînê/te/wan/wî/wê/we/me/deh kesan dibînim.


 Tu kesekî/Ehmedî/Şirînê/te/wan/wî/wê/we/me/deh kesan dibînî.
 Ew kesekî/Ehmedî/Şirînê/te/wan/wî/wê/we/me/deh kesan
dibîne/dibînit.
 Em kesekî/Ehmedî/Şirînê/te/wan/wî/wê/we/me/deh kesan dibînin.
 Hûn kesek/Ehmedî/Şirînê/te/wan/wî/wê/we/me/deh kesan dibînin.
 Ew kesekî/Ehmedî/Şirînê/te/wan/wî/wê/we/me/deh kesan dibînin.

 Ez dê sêvekê/deh sêvan bixom. Em dê sêvekê/deh sêvan bixon.


 Tu dê sêvekê/deh sêvan bixoyî. Hûn dê sêvekê/deh sêvan bixon.
 Ew dê sêvekê/deh sêvan bixo/bixot. Ew dê sêvekê/deh sêvan bixon.
Mînak-Gerrguhêz (dema nebihurî)
Soranî
 (E)Min kesek(î)/Ehmed(î)/Şirîn(ê)/to/ewan/de kesan/kesî debînim.
 To kesek(î)/Ehmed(î)/Şirîn(ê)/to/ewan/de kesan/kesî debînî.
 Ew kesek(î)/Ehmed(î)/Şirîn(ê)/to/ewan/de kesan/kesî debînê(t).
 (Ê)Me kesek(î)/Ehmed(î)/Şirîn(ê)/to/ewan/de kesan/kesî debînîn.
 Engo/Êwe kesek(î)/Ehmed(î)/Şirîn(ê)/to/ewan/de kesan/kesî
debînin.
 Ewan kesek(î)/Ehmed(î)/Şirîn(ê)/to/ewan/de kesan/kesî debînin.
Mînak-Gerrguhêz (dema bihurî)

 Min yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn/Tu/Ew dît. Min deh kes/hûn/ew dîtin.


 Te yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn/Tu/Ew dît. Te deh kes/hûn/ew dîtin.
 Wê yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn/Tu/Ew dît. Wê deh kes/hûn/ew dîtin.
 Wî yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn/Tu/Ew dît. Wî deh kes/hûn/ew dîtin.
 Me yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn/Tu/Ew dît. Me deh kes/hûn/ew dîtin.
 We yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn/Tu/Ew dît. We deh kes/hûn/ew dîtin.
 Wan yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn/Tu/Ew dît. Wan deh kes/hûn/ew
dîtin.
Mînak-Gerrguhêz (dema bihurî)
Soranî
 (E)Min yek kes/kesêk/Ehmed/Şirîn im dît. (E)Min de kes im dîtin/dît.
 To yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn it dît. To de kes it dîtin/dît.
 Ew yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn î dît. Ew de kes î dîtin/dît.
 (Ê)Me yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn man dît. (Ê)Me de kes man
dîtin/dît.
 Êwe/Engo yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn tan dît. Êwe/Engo de kes tan
dîtin/dît.
 Ewan yek kes/kesek/Ehmed/Şirîn yan dît. Ewan de kes yan dîtin/dît.
Mînak ji Edebyata
berî Asîmîlasyonê
Dîwana Melayê Cizîrî, Weşanên
Roja Nû, 1987, Stokholm, rp 160-161
 Surşirînê, nazenînê kuştim û nakit yeqînê/ wê bi çengala
evînê dil ji min bir, dil ji min.

[Surşirînê (keçekê, nazenînekê, wê) ez kuştim. (ne *wê


min kuşt)]
 Serwinazê, serfirazê, şubhê zêr remza mecazê/ dame ber
çakûç û gazê, dil ji min bir dil ji min.

[Serwinazê (dîsa wê) ez dam ber çakûç û gazan. (ne


*wê min da ber çakûç û gazan)]
Dîwana Melayê Cizîrî, Weşanên
Roja Nû, 1987, Stokholm, rp 220
 Xema îşqê perihtim ez, hebîba xemrevîn kanê/
seraser têk behîtim ez, ji derdê ferq û hîcranê.

Ev jî pirr eşkira ye, hema bi awayekê zelal bibêje


ko xema evînê “ez” perihtim, hebîba xemrrevîn
“ez” behîtim. Binihêrrin ko Melayê Cizîrî negotiye:
*Xema îşqê min periht, *hebîbê min behît. Wî bi
şirînî û bi kurmancî gotiye: Hebîbê ez behîtim,
hebîbê ez dîtim, ne *hebîbê min dît.
Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, Têksta kirîtîk,
tircuma û pêşxeber, M. B. Rûdênko,
Enstîtûya Milletêd Asyayê, 1962, Moskova, rp
166):
 Hemsuhbetiya Memê mukerrem/ agah
kirin heval û hemdem.

“hemsuhbetiya Memê” heval û hemdem


agah “kirin” anko negotîye
*Hemsuhbetiya Memê hevalan agah kir.
Şêxê Senaan a Feqiyê Teyran, M. B.
Rûdênko, Enstitûya Milletêd Asyayê,
1965, Moskova, rp 112
 Miska te ez rengzer kirim/ hubba te ez
ebter kirim.

Hûn dibînin ko negotiye *Miska te min


rengzer kir, hubba te min ebter kir.
Rojnameya Kurdistan a Miqdad
Medhet Bedirxan
Sed hizar şukir û hemd ji Xudê
Teala re ko em musilman xeliq
kirin.

Hewe dît ko negotiye: *Xudê Me


musilman xeliq kir.
Spas

You might also like