You are on page 1of 90

DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÊ

AYHAN MERETOV
RÊZEYA BERHEMÊN SER WÊJEYA DEVKÎ YA KURDÎ

Pêşek:

Çax û hiyamên ku neteweya Kurd, hîna nivîsê bi kar nedianîn, wêjeya kevn a Kurdî, bi devkî
dijiya. Vêca vê wêjeya kevn a Kurdî kengê, kîja sedsalê, çi hiyamê dest pê kiriye, zor e em bi zelalî
diyar bikin. Jixwe di destê me de, çavkanî, zanîn û belgeyeke berbiçav jî nîn e.
Nexwe em dikarin bawer bikin ku Mêjûya wêjeya Kurdî, nola dîroka gelê Kurd xwedî
rabirdûyeke dûr û dirêj e.
Geşedana helbesta Kurdî, bênavber di devê tembûrvanên helbestbêj de, ku gel dibêje wan
“Dengbêj”, ji sedsalan ve ye ser û ber; reh û kok; şax û gulî daye.
Em helbesta Kurdî ya devkî, di rê û toreyên ku li ser olê diêne kirinê jî dibînin. Çawa ku
hilberînên kevntirîn ên hunerî yên hemû gelên cîhanê, ji toreyên olî derketine, berhemên kevntirîn ên
wêjeya devkî ya Kurdî jî, bi vî awayî derketine. Em bi zelalî vê yekê di jiyana olî ya neteweya Kurd
de dibînin. Nivîsên Zend Avestayê, qewlên ola Êzîdîtiyê, qesîdeyên ola Îslamê û vê dawiyê jî
kilamên ser Elewîtiyê, nîşana vê rastiyê ne..
Di teşegirtina helbesta kevn a Kurdî de, şopa çandî ya van olên hatin diyarkirinê, rasterast
dixuye. Wan salên berê di civaka Êzîdiyan de digel lêdana elbaneyê, qewlê olî dihatine gotinê bi
awayekî ahengiyane. Herweha di vî qernê me yê dawiyê de jî, dî sa derwêş hebûn. Elbaneya wan di
binê çengê wan de bû, dever bi dever, gund bi gund digeriyan, derdiketin ciyekî bilind, qesîdeyên ser
şêx, ewliya û pêxemberan digel lêdana elbaneya xwe digotin. Heta ziyaret jî digeriyan. Serê havînê,
hefteya pêşî ya meha gulanê, gel pez û qurban dianîn ser goristana gundê xwe, li hev û du diciviyan,
xwarin dixwarin, diketin pêşbaziyan, kêf dikirin. Peyre dawetên gel ên herêmên welêt jî, bûne qada
pêkînana berhemên devkî. Digel derbasbûna ew çend dem û hiyaman helbesta kevn a devkî, ji aliyê
pîvan, cureyê wêjeyî û mijarê ve, zêde neguheriye.
Gelê Kurd, ji serdemên Berî Zayinê ve, li ser ax û ava xwe ya bi xêr û bêr şûnewar bûye. Ne diê
zanînê ku ji kû hatiye vî welatî; ne jî, hatiye zelalkirinê ku ji kengê ve li ser vî welatî dest bi jiyanê
kiriye. Dibe ku ji serdema Nuh pêxember ve, gelê Kurd xweciyê vê axê be.
Digel şerên mezin ên navbera gelên Rojhilata Navîn, êrîşên hov ên qewmên barbar û herbên
giran ên cîhanê jî, gelê Kurd, zû bi zû terka welatê xwe nekiriye. Hiyama ku ji vî gelî re xweş lê
hatiye, hewl daye xwe ku, şaristaniya mirovahiyê jî bi xwe re, bi pêş bixe. Huner xurt kirine. Evîn
bilind kiriye, derxistiye ser serê xwe. Hezkirin bûye çanda wan a neteweyî... Bi vê çanda mirovane
ya hêjayî şanaziyê, berhem dane. Wêje, çê kirine. Çi hilberînên devkî, çi jî yên nivîskî, ciyê xwe li
ser serê gelê Kurd dîtiye.
Di dîrokê de Gelê Kurd, rastî çandên gelek neteweyên ku ji derve ve qesda Kurdistanê kirine
hatiye. Bivê nevê tesîra xwe li çanda wan wan, li jiyana wan kiriye. Herweha ji çanda wan, ji teherê
jiyana wan jî, tiştinan girtiye. Huner, raman û bi van ve girêdayî helebesta Neteweya Kurd, di
dirêjahiya qernan de, teşe girtiye, şêwaz guhertiye û gihîştiye heta merheleya îro. Em vê yekê ji
berhemên gelî derdixînin.
Beşeke mezin a heyînê çanda gelan, bilî zimên, ahengiya hest ramanê ye ku, bi helbestan teşe
girtiye. Jixwe ji ber ku, di jiyana Neteweya Kurd de, bi taybetî li bakurê welêt, di zaravayê Kurmancî
de, zimanê nivîsê xurt nebûye, Wêjeye Devkî derketiye pêş. Bi vî awayî, hunera ahengiya zimên, bi
devkî geş bûye.
Heta dema serdestiya Îslamiyetê, ev awa pêş de çûye. Hiyama ola Îslamê, vê beşa hunerê qels
kiriye. Digel vê çendê jî, motîfên ola Îslamî, ketine nava vê beşa hunera Kurdî.

WÊJEYA GELÎ / WÊJEYA AŞIQIYÊ


-------------------------------------------------
Eve kevneşopiya “Dengbêjiyê”, nîşana vê rastiyê ye. Dengbêjan kilamên xwe, di odeyên Mîr û
Begên Kurdan de, li serê civatan pêşkêş kirine. Bi vî awayî “Wêjeya Devkî” ya neteweya Kurd, li
nava Wêjeya Cîhanê ciyê xwe girtiye.
Lêbelê tiştê ku heye, tim û daîm, tûşî hêsîrî, evdalî, rebenî, pepûkî, belengazî, û dîlîtiyê bûye. Êş
û azarên xedar kişandine. Gelê Kurd qêriyaye, naliyaye, hîqiyaye ji ber van derb û hovîtiyên
koraneyî. Li ser kul, keser, keder, derd û xemên xwe gerandye. Lawij gotine. Pêşî, jinan peyv dane
ser hev û du. Weke mûyê rêsane, kirine tevin; mîna hiriyê hûnandine, kirine ber. Jana dilê xwe yên
ji derdan peritî û kezeba xwe ya ji kerban şewitî, bi sedan salan dane der. Peyre jî, ketine devê
dengbêjan, bi sewt û awaza wan, olan dane li seraserê welêt.
Dengbêj Huseynê Farê, hozanekî helbestvan e. Kilam, stran û destanên xwe digel dengê tembûrê
distrê. Kurdiya Kurmancî, li hemberî Kurdiya Dimilî û Kurdiya Soranî, bi xêra van berhemên devkî
gihîştiye roja me ya îro.
Dengek e ji van olanan awaza Dengbêj Huseynê Farî. Nalîneke dûr û dirêj; zarîneke ji geliyine
kûr... Gewriyeke mişt bi sebr û sebatê dagirtî. Erê, bi rastî bêhna vî dengbêjî ne mîna ye bêhna tew
yek dengbêjekî Kurdistanê. Heta mirov bibêje bêhna Huseynê Farî fere ye. Peyvên xwe yeko yeko,
hêdî hêdî û bihemd dibêje. Hem mirov dibe rojên berê hem jî, tehmeke xwe dide dil û hinavê
mirovan.
Wêjeya Kurdî ya Devkî, bi gotina gotinbêjên nola Yaşar Kemalî, zav zengîn e. Heyf û
mixabiniyeke mezin e ku, têra xwe, nehatiye lêkolanê.

A- JIYANA DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÎ

WARÊ WÎ:
Dengbêjê me, ji bajarê Diyarbekirê ye. Bi eslê xwe, ji gundê Farê ye.

MALBAT Û HATINA WÎ YA DUNYAYÊ

NAVÊ WÎ:

ZAROKATIYA WÎ Û PERWERDEHIYA WÎ:

DESTPÊKA DENGBÊJIYA WÎ:

CIYÊ LÊ GERIYAYE:

DEM Û DEWRANA KU EW TÊ DE JIYAYE:


MIRINA WÎ:

B- KESAYETÎ WÎ YA HUNERÎ Û NAVDARIYA DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÎ

Huseynê Farî, dengbêjekî navdar e. Nav û dengê wî, li çar aliyê welat belav bûye. Li bakurê
welatî her gohdarê kilaman, bi dilkovanî dêhna xwe dayêye.
Taybetiya balkêştirîn a vî dengbêjî, hêdî hêdî kilamstrêna wî ye. Zimanê wî, tama kilamên wî,
pîr û şunûrkê wî, di nava dengbêjên dewra xwe de, cihêrengî ye. Her kesê ku bixwaze gohê xwe
bide kilamên dewra wî, bi hêsahî nikare jê têbigihîje. Dengbêj Huseynê Farî, ev dijwarî hilaniye. Çi
kesê ku ji kilamên dengbêjan fêm neke jî, gava li Huseynê Farî gohdarî bike, bêguman dê jê fêm
bike. Wêjeya Devkî, di dem û hiyama wî de, pir lipêş bû. Gel bi dilcoşî li dengbêjan gohdarî dikir.
Tehera ku dengbêjên navdar pê distran jî, zêde zêde rewan, bi lez û bez bû. Wê hingê kilamhezan
bê pirsgirêk ji van dengbêjan fêm dikir. Mixabin îro ew şansê me tune ye ku em nifşên nû bi hêsahî
ji dengbêjên wê hingê têbigihîjin. Ji ber ku gohê me ji peyv û biwêjên resen ên Kurdiya qedîm
xerîv bûne, em nikarin wê tama ku pîr extiyar ji kilamê werdigrin bigrin.
Dem û dewrana ku Wêjeya Kurdî ya Devkî, ji aliyê zimanî, şêwazî, teherî û mijarî ve, xwedî
asoyeke fere bû, Dengbêj Huseynê Farê jî, daye ser rêya hunermendê mezin ê mîna Evdalê Zeynê.
Hem berhemên xwe hunaye, hem gotiye û hem jî hilberînên dengbêjên bi nav û deng ên hevdemên
xwe straye. Bi giranî jî ketiye binê bayê herêma Serhediyan.
Dengbêjên me yên dema vî hunermendê me, helbestên xwe, ji aliyê nezmê ve “çarîn”; ji aliyê
pîvanê ve “pîvana kîteyî”; ji aliyê kafiyeyê ve jî “kafiyeya zengîn, bikar anîne.
Tiştê ku heye, em teşeyê nezmî “çarînê” yê berhemên devkî ku dengbêj Huseynê Farê distrê,
tenê di stranan de dibînin. Pîvana rêzan jî, bi “kêşa kîteyî” hatiye ristinê.
XWESERIYA VÎ DENGBÊJÎ

Heke em bi gîştî bala xwe bidine cîhana dengbêjên Kurmanc, di hêla strangotinê de, tavilê em dê
bibînin ku, xweseriya hunerî ya hozanê gelî dengbêj Huseynê Farê, hejayî dahûrîneke wêjeyî ye.
Wêjeya me ya Devkî, di kilamên vî dengbêjî de, bi motîfên olî rewişandiye. Berê motîfên çi olê
hebûne di berhemên Wêjeya Bêjeyî ya Kurdî de em heta nuha baş nizanin. Wêjeya Gelî ya Kurd,
bêtir nêzî ola îslamê ye. Motîfên ola îslamê heta mirov bivê ketine kilaman.
Mînak: Di kilama “Têliyê” de ev malik dibuhurin:

“Na na wele wez ê aşiq û sewdaliyê


Bejn û bala te bûmê
Mîna hêsîra pepûka
evdala bi baba derwêşî
Wez ê ji xwe re digerim
li rûkê vê dunyayê
Şamê Helebê Humûsê
Hamûyê Kerkûkê Kerbelayê
Min ê xwe berda
Meka mukerem Medîna minawer
Kiriye tewafa kevirê Heceruleswed ciyê tobayê
Min ê xwe avêtî girê Erefayê”

Digel vê yekê motîfên ku nîşana welatî ne jî xweş bala meriv dikşînin. Di kilama Hebîbayê de ev
rêz vê yekê diyar dke:

“Lê taximê sing û berê min keçikê


Ji te re mîna hunguvê Zeya
Dimsa Sêrtê hinarê Dêrikê
Porteqalê Yafayê sêvê Meletiyê şirîn e”

Jixwe Xwedê hivza mêrikê misilman bike ji kevir kuç, hîm û xerxarên ku bi ser merivan de hêla
dike. Gava keysa wî lê hatiye, hîmine wusa qerase bi ser çewtiyên civakê ve hêla kiriye ku bêhna
xwe deraniye. Weke ku ricim kiribe dihêle. Em bala xwe bidine van malikan:

“ Ez ê qe nizanim sûda min û talih tune


Ez ê ketime tora heram
Şindo nemendî mêrê xerav
Derdê wî nayê kişandinê
Na na wele mîna roviyê beyara bûmê palaxa
Kêzikê besta eyşatê rêxê gamêşê golgeniya
Ji êvarê heta şeveqan belxemê diavêje
Ji hal û demê xwe re dinale”

Di pey van malikan de, dîsa berê xwe dide gemariyên civakî û van rêzan dihûne di kilama xwe
ya bi navê Nusredîn û Xatoyê de:

“Tu yê şevekê werî kêrekê


Li ser dilê qebraxê bavê min bixe
Ew ê herin gilî bikin
Muxtar û ezayê gundê me
Temam bêne ser e
Ez ê perçekî rûnê helandî
Kerîkî penîrê Qerecdaxê dênim ber e
Muxtarê vî zemanî elimandine
Ew ê ruşwet û bertîlên xwe
Bigrin li oxira xwe here”

Dengbêjê me, vê keviravêtina xwe, di rêzên berdewamiya heman kilamê de tûj û tehltir dike. Diçe
cem şêx û giliyê xwe weha bi awayekî gazinane vedibêje:

“Şêx Sebrî digo qîza min


Tu were derdê xwe bibêje
Dîsa sibe ye ji xwe re
Xwedê xêr bike

Erê şêxê mino


Ez bi ocaxê te kim
Derdê dilê min evdala Xwedê
Pur e ne hindik e
Evî kawisê bavê min
Rojê min bi heft heva re bazar dike

Eger tu înan nakî


Yek jê Hemoyê Pero ye
Wa ye rûniştiye liquncik e
Hustikê Silê yekî pîs î mûzerik e
Qumur Ûsuvê Nûrê
Yekî gwurî ye
Serê wî bi kevnik e
Ê lê bedra şêxa heye
Tewrî jê re dibêjin
Sewadiyê wî Belik e
Li ser saetê li Kaniyahenê
Rojê barê wî derw û vira dike
Berê xwe nede walîlixa Sêrtê
Li qeza Batmanê gilî dike
Bi sonda qesemê pênc quruş pere
Di cêva wî qebraxî de qe tune ye
Lê çavê wî lê ye
Bi fortan viran û derewan
Taximê sing û berê min keçikê
Mîna mulkê Kaniyahenê
Li ser xwe mor û mezbet û tapo bike”

Dîsa di kilamên vî dengbêjî de, em rastî şopên jiyana gelê xwe; rastî kinc û bergên neteweyî
dihên. Di kilama wî ya Têliyê de, ev rêzên hanan vê rastiyê raberî çavê me didin:

“Na na wele min ê vê sibê


Xwe berda zozanê me yê jorîn e
Min bala xwe dayê
Sê kon vegirtî ne
Min ê ajotî pêşiya konê pêşîn e
Min bala xwe dayê
Di bin de sê zerî ne
Çavê wan reş e
Brûyê wan leglegîn e
Dev û lêvê wan tenik e
Mîna kaxizê cixarê spî ne
Bi kum û kolos û temezî ne
Min ê bala xwe bida
Taximê sing û berê van karîxezalan
Serê memeikê wan sor e
Qoratê memikê wan spî ne
Mîna sêvê Meletiyê
Hinarê Dêrikê deqdeqî ne
Mîna gazocaxiyê ceryanlî ne
Li ser mastê zêrî û zîvîn e
Zincîrê dorê xalis û muxlisî
Yadê zêrê zer î Reşadî ne
Lo lo rebiyo qurbano
Wez ê aşiq û sewdaliyê
Bejn û balaya ortê me
Zalima qîza zalima
Navê wê Têlî ye
Her duyên dina jê re
Bûne kole û xizmetçî ne
Yek jê re qawê dikelîne
A dinê destmal girtiye
Hêdî hêdî yawaş yawaş
Bi ser de dikir baweşîn e
Mîna qaz û qulungê beriya jêrîn e
Salê carekê serê xwe ne
Li zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê dixîne”

TEHERA PÊ DISTRÊ

Carekê kilama xwe ziwa nabêje. Peyvine ku li nava gel her çendî bêwate ne jî dîsa di navbera
rêzan de bikar diêne. Bi gotina gel, kilama xwe li hev diêne. Çêjê dixeyê. Nêzî zewqa gohê gelî dike.
Mînak : “ez ê vê sibê berê xwe bidim
Deşta Diyarbekira şewitî
Hinda Huseynê Farê lawikê dengbêj e
Min ê bigotana ji bona
Riza Xwedê û pêxember e
Gava tu ê li serê civata rûdinê
Kilama teskereçî Evdilcebar çawişê min
Tim û daîma wî lo lo tu bibêjî”
Di va rêzan de peyvên jorê diyar dikin ku, gotin rasterast ên gel in. Jixwe tim kilamên xwe bi van
peyvên ku li nava gel diêne bikranînê dixemilîne. Herweha nola jineke ku li ser miriyekî bi dengekî
bi şewat bigerîne lawijên xwe dibêje. Dengê wî mîna dengê jineke mêrane yî pîr ku, li serê geliyekî
kûr, ji lat û zinarên bêziman re, li ser bêkesiya xwe bigerîne distrê. Wer li hevudu hatî bi kafiye ne.
ŞÊWAZA WÎ YA KILAMGOTINÊ

Huseynê Farê di nava dengbêjên welat de, şêwaza xwe, ne fena ya tew yek dengbêjekî ye. Peyvên
xwe yeko yeko, hêdî hêdî weke hebên tizbiyê li pey hev rêz dike. Bi vê yekê dike ku her kes bikare
lê bi kula dilê xwe gohdarî bike.
Şêwaza wî ya kilaman, bi çi awayî gehîştiye tembûrê em nizanin. Ketiye binê bandora çi çandê an
çi neteweyê em dîsa nizanin. Gelo berê xwe daye ser şopa hunermendên kîja gelê cîran, bi rastî bona
me xem e. Bandora stranbêjên gelê Turk heye li serê an na, dîsa em meraq dikin. Tiştê ku heye, di
nava strana xwe ya “ay dolabê dolabê” de, digel newaya stranê ya sirûştî, bi newayê kilamê jî
dibêje. Di huner gelê Turk de, jê re dibêjin “uzun hewa”. Ji ber vê çendê em dikarin navê “aşiqiyê” li
vî dengbêjê xwe daynin. Çawa ku derwêşan hiyamên berê elbaneya xwe dixistin binê çengê xwe û
gund bi gund digeriyan û beyt û qesîdeyan li ser motîfên ola îslamê digel lêdana elbanê digotin,
herwusa jî van dengbêjên me, li serê civat koman, rojên şahiyan û roşanan, xax û hunerên xwe yên
çanda gelî, li ser motîfên bengîtiyê, egîtiyê û şîniyê nîşan didan.
Ji sê bandên wî, me ev kilam, stran, lawij û destan derbasî nivîsê kirin.

C- BERHEMÊN WÎ:

Em nikarin kilamên hunermendî ji aliyê pîvana kîteyî û serbestî dabeş bikin. Jixwe gelek kilamên
wî bi pîvana serbest hatine ristinê. Bilî wan stranên “dolabê, wer hine û qendîla min”, purê kilaman
bi pîvana serbestî hatine gotinê. Pergala kafiyeyî ya helbestên vî Dengbêjî, lihevhatî ye.
Cureyên wêjeyî yên berhemên Dengbêj Huseynê Farî, bi giştî lawij, destan, û dilok in, dûrik û
kilam in. Tiştê ku heye mirov nikare bi navên resen teşeyên helbestên ku wî ew kirine kilam ji
hevudu cihê bikin. Tenê berhemên lawijî, destanî û stranan dikarin bi navine zelalî biêne
diyarkirinê.
Giraniya helbestên dengbêjî, helbestên ku di pey mirina – bi zavî kuştin- egîtan de hatine gotinê
ne. Helbestên ser merdîtî, rindî, mêranî- mêrxasî û qenciya lehengên kuştiyan e, ser girtiyên
fermanlû ne. Weke helbestên ser Emînê Ehmed, Şêx Nûredînû Silhedînê Mala Ûsuvê Seydo, Salihê
Dengbêj, Fersende Begê û Yadoyê Dimilî.

1. LAWIJA SER ESKERÊ TESKEREÇÎ

Çeşnê vê kilamê ji aliyê wêjeyî ve lawij e. Pîvana rêzikan hema hema nêzî pîvana kîteyî ye,
lêbelê serbest e. Dîsa qafiyeya xwe heye. Di dawiya pirê rêzikan de qafiyeya zengîn xuyaye. Em
dikarin pergala helbestê ya kafiyeyî ji derî çavan bikin.
Çîroka vê lawijê jî heye. Lawija ser xortekî ye ku, li eskeriyê tiştekî xerav diê serî. Li gorî ku ji
jinikê re hatiye gotinê, qantireke leşkeriyê, li ber derê tewla xwe zîtik(refes) lê dixe û li ber girtina
teskere ew dişînin xestesxana Erzincanê. Êdî ev lawij hatiye gerandinê. Ji ber ku navê dengbêj
Huseynê Farê di kilamê de dibûre, dibe ku kilam ji aliyê wî ve hatibe deranînê.

Dere wî lo lo çawişo lo
Ez ê bi virê kavilê Kosê
Diketim lo li vê meydanê
Hey lê dayê dêranê
Min dî kaxizê teskereçiyê min girtin danê
Teskereçiya bi êvar berê xwe dane
Twewlê nava qantirê
Bêxwedîka timarxanê
Heyla li min porkurê
Teskereçiya ji êvar de
Saqo û şalwarê sivîliyê
Li bejna xwe dabûn wî lê mîratê
Qantirê nazî dikir
Zîtik cotê çifta pê re
Wî lê lê li eniyê danî

Min dî Sultanê
bi sê denga dikir gazî
Digo lê lê Nîgarê
xwekê nemayê
Mala bavê te şewitiyê
Wezê pê hisiyame
bi gotinê gotinbêja
Dibêjin ereba cenazê çawişê te
Berê wî dane xestexana
bêxwedîka lê Erzincanê
De wî lo lo çawişo lo lo
De wî lo lo hatiyo lo lo

Ez ê bi vira kavila Kosê


ketime lo lo bidarkelêj ê
Min dî alahiya siwariya
derketî munawirê
Qirana li ser qirana
li vê hedefê lo lo vê atêşê
Sultanê bi sê denga
dikir gazî lê Nîgarê
Mala bavê te şewitiyê
Wezê pê hisiyame
bi gotinê gotinbêja
Divên do vî çaxî
li ber derê xestexana Erzincanê
Zalimê dixtor qalpaxê
serê çawişê te davêje

Min dî digo
welatê xerîv û xurbetê
Wê gavê ne xwing e ne dê ye
Ne bav e ne bra ye
ne qewm e ne eşîr e
Kesekî xwedanê xêra
û xêrxwaz li ber serê
Teskereçiyê çawişê te rûnê
Hawar Xwedê wele
Hurik hurik yawaş yawaş
wesyeta xwe bibêje

wez ê vê sibê berê xwe


bidim deşta diyarbekira şewitî
Hinda Huseynê Farê
lawikê dengbêj e
Siwarê cîbê siwar bûye
hatiye cem min
Gidî cîba destê wî de
Elemana ..........
Lo lo Mihemed ez ê
bextê Xwedê bextê te me
Tu yê derbekî bidî
bejn û bala min kevokê min kihêlê
Min zerkayê hawar Xwedê
Min kewa axakê nav herêmê
Gidî were lo axa
sebra min bête nahê lo

2- LAWIJA SER ZAVAYÊ DEST BIHINE

Ev helbest, ji aliyê cureyê wêjeyî ve, bi mijara xwe, lawij e. Pîvana xwe azad e / sebest e.
Herweha pergala kafiyeya xwe jî heye. Teşeyê ristina rêzan ango teşeyê nezmê xwe nîne. Hema heta
li mijarê hatiye, rêz dane ser hevudu.
Berhem ji devê jinê hatiye girtinê. Gotinên vê lawijê, ji devê jineke lawijbêj hatine girtinê. Mijara
xwe, şer e. Şerê kor ê navdarî navxweyî ye. Du malbatên mezin pevdiçin û mêr dikujin ji hevudu.
Şerê navbera Mala Hecî Mihê û Mala Bekir e. Di şer de zava diê kuştinê. Dibe ku ev her du
malbatên mezin biraxweyê hev û du bin. Ji ber ku di kilamê de diê gotinê ku, “ Mala Evdilmecîd
pismamê min/ derbekê berdane li bejn û bala birê min

De herê heyla dayê heyla dayê


Maqulê digo lê lê Emînayê
Malxerabê sibe ye roka gundê
Hilate ji aliyê rohilatê
Şewq û şemalê
Daye qesr û qonaxê
Mala Hecî Mihê
Mala Hecî Begê Senîta tê
Wele sibe ye min bala xwe dayê
Zirav e dengê tivingê
Mala Hecî Mihê
Mala Hecî çarnekal tê
Wele gran e dengê modaliya
Dengê zava tê de ker û lal tê

Wele sibe ye
Min bala xwe dayê
Min dî qiflê qîzan û bûkan
Li ber deriyê
Mala bavê min rebenê
Li hev civiyane
Dilê min bi rehma Xwedê
Wê yekê şa dibû
Minê digo qayiş hinarîkê
Nû dixemilînin wexta li civatê
Minê nizanibû bila kula Xwedê
Bi sê kulan be têkeve derê
Mala Evdilmecîd pismamê min
Derbekê berda li bejn û bala
Birayê min rebenê

Ez ê vê sibê
Berê xwe bidime kambaxa Hezo
Xwe bavêjim bextê
Muhemedê Şabo reîsê eşîratê
Minê digo heyfa min nayê
Li kuştina mêra
Kuştin riya mêran e
Mirin emrê Xwedê
Derdê min ew derd e
Heyla li min porkurê
Dibê wî lo serê sê roja ye
Na na wele muxtarê gundê me
Her sê dorê
Îro li cezayê brê min
Derketine taqîbatê

De herê heyla dayê heyla dayê


Maqulayê digo lê lê Emînayê
Malxerabê sibe ye
min dî roka gundê
Hilate ji aliyê Babasiyê
Şewq û şemalê daye bejna Kanîsimê
Pozê kela vê Subhiyê
Wele sibe ye min bala xwe dayê
Gran e dengê tivingê
Mala Hecî Mihê
Mala Bekir di nav de xweş tê
Dengê mîrata vê modaliyê
Wele sibe ye
Min bala xwe dayê
Qeflê bûkan û qîzan
Li ber derê mala bavê
Min rebenê civiyane
Dilê min bi rehma Xwedê
Wê yekê şa dibû
Minê digo qê
Husna kekê min
Lê dikin cilê zavatiyê
Min ê nizanibû
Bila kula Xwedê
Bi sê kulan bikeve
Derê mala Evdilmecîd
Pismamê me yê xayin
Derbekê berda li bejnû bala
Bav û brayê min rebenê

Hema wezê serê vê sibeyê


Berê xwe bidime kambaxa Hezo
Xwe bavêjime bextê
Muhemedê Şabo reîsê belediyê
Minê digo malxerabo
Heyfa min nayê li wê heyfê
Li kuştina mêra
Kuştin riya mêra ye
Mirin emrê Xwedê ye
Derdê mezin ew derd e
Wele divên bûka destbihine
Serbixêlî keçika paşê
Îro ma li zozan
Li mala bavê li zeytiyê

3- DESTANA SER FERSENDE BEGÊ

Dengbêj Huseynê Farê, vê kilamê bi du awayan distrê. Me jî ev kilam bi her du awayên wê


nivîsand. Mijara kilamê li ser Mala Silêmanê Ehmed e ku, binemala Fersende Begê, fedaiyê Partiya
Xoybûnê ye. Dema eskerê Turkiyayê pê dikûte ser vê malbata di tayê malbata Mala Ûsuvê Seydo de,
mecbûr dibin berê xwe didine Îranê û li wê derê jî, bi niçandina Kemêl îca şer di nava wan û Îraniyan
de diqewime. Şer giran dibe hinek ji malbata Fersende Begê di vî şerî de diêne kuştinê. Dîsa jî çawa
ku bi mêrxasî li hanberî eskerê Turkan li ber xwe dabûn wusa jî li hanber vê êrîşa eskerê Îranê jî li
ber xwe didin.
Helbest ji aliyê cureyê xwe wêjeyî ve lawij e. Lêbelê dîsa ji ber ku pesnê çêyî û egîdiya van
xweşmêran daye, aliyê xwe yê epîkî jî heye. Dibe ku navê destanê jî lê bikin. Pîvaneke xwe yî diyar
nîne. Hema çawa li hevudu hatiye werê gotiye. Dîsa em di hinek rêzan de rastî pîvana kîteyî dihên.
Pergala xwe ya kafiyeyî, heye. Hema hema hemû cureyên qafiyeyî hene. Teşeyê dabeşkirina rêzan
ne jimartî ye. Ango em nikarin navê teşeyeke nezmî, weke çarînê lê bikin.
Gotinên kilamê bi awayekî balkêş hatine hunandinê. Hem jinê gotin gotine; hem jî zilêm. Nola
ku li nava şerî ev her du li gel hev bin davêjin ser hev û du. Ev teher jî, şarezatiya hunera Devkî ya
wêjeya Kurdî ye.

Axawo li min li min li min


Xwedayê mim pê dizane
Ji berê ve em mehkûm û firarê
Destê Roma teres in
Xalisê dinê xwe ne
Canfedayê mala şêx in

Axawo li min ax li min li min


Lo lo mîro şerekî li me çê dibû
Li hewşa serayê
Qalekî giran li me daketiye
Mij û dumana şewitî
Dîsa li hember e

(Di vê derê de neliheviyek heye. Di bandê wî yê dawî de ev awa jî heye.:)

Axawo li min ax li min li min


Heyla lo mîro min go
Şereka li me çê dibû li hewşa Sarayê
Qalekî giran li me daketiye
Li kavilê Murtumana şewitî
Vê sibê dîsa li sersa vê kaniyê
Lê dayê rebenê min ê vê sibê
Bal û dêhna xwe berdayê
Ta ji êvarî Xwedê da
Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed
Keremê qolaxa bi tevî
Xalisê Ûsuv Begê
Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa
Cebilxanan û gawursustema
Dibû hwurmîn û nalîn û zarînê gulê topê
Ji êvar de xweş tê
Sewta bêxwedîka vê borînê

Besnayê bi sê denga dikir gazî


Digo de lo lo Fersende
Te digo wezê Fersende me
Ez berxê Mala Emer im
Roja şer biqewime
Ez siwarê Eznawir im
Na na wele
Çar hev papaxreşî Qecera
Ji êvarî Xwedê da
Devê mîratê wan malikan û gawursustema
Kirine kozik û meterisê Silêmanê Ehmed
Keremê Qolaxa bi tevî
Xalisê Ûsuv Begê
Bi destê zorê
Bi devê mîratê gawursustema
Ji milê van xweşmêra vekirine
Nîşan û rutbê Hamidiyê

Heyla mîrê min


Hey de hûn ê lê xin
Le bavê bavê mino hûn ê lê xin
Rabin kekê mino hûn ê lê xin
Hûn ê destê xwe bavêjin
Qayişê mîratê gawursustema
Qondaxê modalîka çartiliya li erdê xin
Mêra bikujin navê revê pêxin
Mûma bitefînin şemdana vêxin
Xwedayê min pê dizane
Ji berê paş de
Mezin û piçûkê me
Rabûne ranebûne
Em ê mahkûm û firarê Roma teres in
Xalisê dînê xwe ne
Canfîdayê mala Şêx in

Axawo hey li min li min


Sed carî li min
Heyla lo mîro min digo
Şereka li me çê dibû
Li hewşa Sarayê
Qalekî giran li me daketiye
Li kavilê Murtumana şewitî
Vê sibê dayê dîsa li hember e
Na na wele min ê vê sibê
Bal û dêhna xwe berdayê
Ta ji êvarî Xwedê da
Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed
Keremê Qolaxa bi tevî
Xalisê Ûsuv Begê
Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa
Cebilxanan û gawursustema
Ji êvar de mij û duman e vê sibê
Qelebalix e dîsa yeqîn şer e

Fersende bi sê denga dikir gazî


Digo de lê lê Besnayê
Te digo wez ê Besna me
Ez qîza Eliyê Ecem im
Roja şer biqewime
Qîza heft bavê çê me
Dergûşa ser destê te zarûkê kurîn e
Tu baz de şer giran e
Tu yê vê sibê bigre
Derkeve ji navê here

Besnayê bi sê denga dikir gazî


Digo de lo lo Fersende
Wele wez ê Besna me
Ez qîza Eliyê Ecem im
Roja şer biqewime
Qîza heft bavê çê me
Dergûşa ser destê min zarûkê kurîn e
Îro dikim bi qurbana
Nav û namûsê Mala Emer e
Ez ê çi bikim
Bavê Kazim Keremê Qolaxa
Sond xwariye bi sondê temam
Sondê telaqê jinberadanê
Heta serê şahê Îranê jê neke
Ji vî şerê hanê
Nayê tu cara venagere

Hey de hûnê lê xin


Bavê bavê mino hûn ê lê xin
Rabin kekê mino hûn ê lê xin
Hûn ê destê xwe bavêjin
Qayişê mîratê gawursustema
Qondaxê modalîka çartiliya li erdê xin
Mêra bikujin navê revê pêxin
Mûma bitefînin şemdana pêxin
Xweadyê pê dizane
Ji berê û pêş da
Piçûk û mezinê me
Rabûne ranebûne
Em ê mahkûm û firarê Roma teres in
Xalisê dînê xwe ne
Canfîdayê mala şêx in

Dengbêj Huseynê Farê, vê kilamê bi du awayan distrê ( notê berhevkêr). Lêbelê mijara kilamê
cihê dibe. Guman heye ku dengbêjê me, kilama Yadoyê Dimilî û Fersende li hev û du xistibe.

De na na wele wez ê dîsa


Weyla axawo şerekî li me çê dibû
Li girikê jêrîn û jorîn
Wele li ser somerê
Hafa her du ava
Li xopana Qizilçubûxê me bidarebî ne
Min dî qiflekî suwarê mala Xelîl
Wele vê sibê suwar ketine hatê
Ji xwe re ge dixarîne ge dilezînin
Bila kula Xwedê bi sê kula
Tekeve derê Reşîdê lawê Serhed
Derbekî bila li bejna bavê Silhedîn dabû
Wele ji êvar de
Bi du guleyen birîndar e
Halê wî tu nîne
Min bala xwe dayê
Li erefa meydanê sekiniye
Yadoyê min Dimilî suwarê Nîgarê
Kilê çavê Telîyê
Tevî şahê xortan
Teyrê ecelê Sadûn e
Lawo çavhêşîn e

4. KILAMA SER ŞERÊ NAVBERA


MALA ELIYÊ ZAWO Û MALA EMERÊ SELÎM

Ji aliyê cureyê wêjeyî ve helbest, bêtir nêzî lawijan e. Teşeyê nezma xwe jî, di dirûvê
çarînana de ye. Lêbelê em rasterast nikarin bibêjin ku bi teherê çarînî dabeşî rêzan bûye. Herweha
ji ber ku ev kilam jî berhemeke wêjeya Devkî ye, ji aliyê pîvana xwe ve, hema hema di qalivê
pîvana kîteyî de ye. Di dawiya rêzên helbestê de em, bêtir qafiyeya zengîn dibînin.
Mijara kilamê, şer û pevçûnên janane yên navbera malbatên mezin e. Çîroka kilamê diçe li
Emînê Ehmed asê dibe. Serê pêşî, ev serekeşîr, hezkiriyekî gelê Kurd bû. Heta ku nebûbû hevalê
eskerê Kemalî, di nava miletê de nola lehengekî dihate dîtinê.
Ev kilam ji devê jinê hatiye girtinê. Em vê yekê, ji rêzikên kilamê derdixin..

Weyla Axawo Axawo Axawo


Wezê bi diyarê Silatê
Mala Mûso diketim bi çem û kanî
Min dî Bavê Muhemed Selîm
Gula suwara lê girê da mihîn canî
Bila kula Xwedê bi sê kula
Têkeve derê Mala Eliyê Zawo
Qela mêra li Mala Emerê Selîm Axa anî
Weyla Axawo tu Axa yî

Şerê li me çê dibû
Li diyarê Silopî
Rezê Mala Mûso lo li vî banî
Min dî Eminê Ehmed
Gurê meha sibatê
Wa elmanîka xwe hîlanî
Ez ê vê sibê
Xwe bawêjîm bextê
Namûsa te Sekmanî
Tu yê guleyekê bernedî
Li bejn û bala bavê
Muhemed Selîm şahê xorta
Çakêt li nava milê
Vî xweşmêrî meke
Bar giran e lo
Weyla Axawo tu Axa yî

5. KILAMA SER XORTEKÎ KU ŞANDINE ESKERIYÊ

Cureyê vê helbestê, ji aliyê wêjeyî ve kilam e. Pîvana helbestê, herçendî li gorî pîvana kîteyî be
jî, bi giranî mêla xwe daye ser pîvana serbestî. Dîsa ev kilam, ne tekûz be jî, weke çarînan dixuye.
Herweha qafiyeya wê jî xweş li hev e. Cîcînan qafiyeya nîvco; cîcînan jî qafiyeyên dinê hatine.
Kilam ji aliyê mijara xwe ve, êş û jana ku ji ber bêbextiyê ye ku, hevkarên eskeriyê bi keçekê
dikin. Delalîkê ber dilê vê keçikê, bi devê muxtar û ezayê wan ku, giliyê wî kirine, dişînine eskeriyê.
Bi vî awayî destê van herdu evîndaran ji hevdu hatiye qetandinê. Wan salên berê jî eskerîkirina ji
hukûmata Turkiyayê re, zav dirêj bû. Bi hindikî pênc salan diajot. Hema hema kî biçûya eskeriyê,
çûyîn ew çûyîn bû. Êdî dagera wan xweşmêran ne hêsa bû. Purê xortan xwe kitim dihiştin, heta
şikayetek nehata kirinê, ew wusa veşartî diman ji boy ku ji çûna eskeriyê bifilitîna.
Keçika reben ku bê delalîkê dilê xwe dimîne, vê kilama dilşewat davêje ser xwe, delalîkê ber
dilê xwe û heyeta ezayan.

De rê hay lê dîlê dîlê


Dîlê lê were dîlê
Lê dayê dêranê
Xwedê hebîna hûn e
Min kur bikin way lê
Min kem bikin
Hûn ê berê min bidin
Sewqiyatxana Dîyarbekir
Qatekî cilê eskeriya
Qerenê zava way lê
Reş li min bikin
Ji bona reza Xwedê û pêxember
Lawikê min ê ecemî ye
Li meydana Erzurûmê
Li pêşîka delalîkê dilê min da
Dersan û talimê bikim
Lê hay lê dîlê lê dîlê dûrê

De rê hay lê dîlê
Hay lê dîlê lê were dîlê
Lê lê dayê nemayê
Sibe ye min dî tiranê
Ji stesyûna Diyarbekir
Wa ye hereket kir
Wey lê li min porkurê
Li erdê biniya mala me sekînî
Bi sê denga munawire kir
Wele min ê vê sibê rabûya
Qatekî cilê derwêşan û casusan
Li bejna xwe kir
Hawara Xwedê wez ê
Li temamê odê tranê digeriyam
Hevo hevo yoxilme kir
Ji bona reza Xwedê
Wele derdê dilê min gelek e
Delalîkê dilê min tê da bû
Koranî bi çavê min de hato
Wey lo min nas nekir
Lê hay lê dîlê lê dîlê durê

De rê hay lê dîlê
Hay lê dîlê lê were dîlê
Wey lê dayê min go
Binîka mala me da
Way lo bi zeviya ketim
Bila kula Xwedê têkeve
Berê ezayê gundê me
Her çar ezakê vê heyetê
Le çewa destê min û
Delalîkê dilê min
Ji hevdu qetandine
Berê wî dane
Kambaxa Erzurûmê eskeriyê
Bêxwedîka way lê vê xurbetê
Lê hay lê dîlê lê dîlê durê

6. LAWIJA SER SEÎDÊ EHMED

Kilam ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve lawijî ye. Xwedî pergaleke qafiyeyî ye. Di dawiya rêzan
de em, pêrgî qafiyeya zengîn dihên. Rêzên helbestê bi pîvana serbest hatine ristinê. Dabeşbûna rêzan
ne bi jimareke diyar e.
Ji devê jinê hatiye girtinê. Emînê Ehmed li Diyarbekirê di girtîxanê de ye, li aliyê mala wan şerek
diqewime. Pismamên wan ên bi navê Emero û Mistiko, li gorî hin pîrên nuha ( weke dengbêj
H.M.Xatoyê), çav berdidine jineke bi navê Wesîlayê.
Maqûlekî bi navê Seîdê Ahmed ji Mala Emînê Ehmed dikujjin. Wesîleyê jî tê Diyarbekirê, diçe
girtîxaneyê ku vê xebera hanê bibêjeyê.
GELO Dê*******************???????????MUHEREM

Gidî lo lo de lo lo de lo lo
Min dî Eyşo digo Qasimo lo bra
Dilê min î dêşî dêşî
Wî de berxê bavê mino lawo
Sibe ye dilê min î dêşî
Li dunyayê dîsa sed carî dêşî
Wele tu ê vê sibê
Rabe xwe girê bidî
Bi xefyanî bi casûsî
Lo bra bi derwêşî
Tu ê lez bikî
Bilezînî bimeşînî
Berê xwe bidî
Kambaxa welayeta Diyarbekirê

Tu ê pişta xwe bidî


Dîwarê bêxwedîka vê edliyê
Berê xwe bidî
Mapûsxana şewitî
Qanata jorê
Qawişa diduya nezareta pêşî

Tu ê rica bikî
Ji mudurê mapûsxanê
Tu ê bibêjî
lo muduro wezê
Ketime bextê namusa
Te û Xwedê vê edaletê
Wele tu ê qasekî
Îzna min bidî
Di hundirê mapûsxana şewitî de
Wezê bikevim nava
Mehkuman û firaran van xuniya
Ez ê qasekî rûnêm li kêleka
Emînê Ehmed lawê Perîxanê

Min ê bigota
De lo lo Emînê Ahmed
Mala te xera be
Wele zalimê Emero û Mistiko
Her du pismamê xayin
Derbekê berdane
Li bejn û bala Seîdê Ehmed
Bavê Muhemedko siwarê xezalê
De îro mala mezin
Maye bêsermiyan e
Wezê hatime tu ê
Îro ji min û mala me re
Keko bra dîsa çi bibêjî
Gidî de lo lo de lo lo
Wî de lo lo de lo lo
Kul û kedera ber dilê min î
De rabe Seîdo tu Axa yî

Eyşo digo lê lê Emîna lê xwingê


Wesîla Hesîna lê lawoyê
Gidî wele sibe ye
Wezê bi diyarê riza Qîre
Kozika Seîdê Ehmed
Bavê Muhemedko
Ketime dayê bice ye
Ê lê gran e dengê
Tivingê Emero Mistiko
Her du pismamê xayin
Ji êvar de
Bi ser de kirine şevereş e
Mij û duman û xelxele ye

De lo lo zalimê Emero Mistiko


Her du pismamê xayin
Derbekê berdane
Li bejn û bala Seîdê Ehmed
Maqulê mala me ye
Heyfa min nayê li kuştina mêra
Heyfa min têyo li wê heyfê
Giregirê Reşkotan û Rema
Dibên sebeba van xweşmêran Wesîle ye

Bi sonda qesemê Wesîle digo


Haya min ê
Ji vê bêbextiyê qe tune ye
Ji berê paşê de şeytanî û fesadî
Karê mala Hecî Evdile ye
Eviya riyê çendik û çend sala ye
Emero û Mistiko mahkum û firarê
Li pişta mahpûsxana Diyarbekirê ye

Ê de rojê êdan û şahiyan


Bazar û gorişmeya
Min ê berê xwe da
Pişta dîwarê edliya Diyarbekir
Malxerabo qapiyê mahpusxanê
Xelqê ji min re digo
Wesîla korê hûn ê
Rabin herin malê
Îro gorişme ji mala Emînê Ahmed re
Qe tune ye
Were lo lo de lo lo de lo lo
Seîdo tu Axa yî

7. LAWIJA SER ÇAWIŞÊ TESKEREÇÎ

Ev helbest, ji aliyê mijarî ve dilovanî ye(lirik). Ji devê jinekê hatiye gotinê. Cureyê helbestê lawij
e. Pîvan, qafiye û teşeyê dabeşbûna rêzan, di tayê rê û rêbazên berhemên Wêjeya Devkî ya gelî de
ye.
Ji ber ku navê dengbêj Huseynê Farê tê de derbas dibe, guman heye ku wî ev lawij gerandibe.
Heke ne hilberîneke wî bi xwe be jî, rasterast kiriye ser navê xwe.

Derê wî lo lo çawişo lo
Ez ê bi vira Kavilê Kosê
Diketim lo li vê meydanê
Heyla dayê dêranê
Min dî kaxizê teskereçiyê
Ebdulcebar çawişê min
Lo girtin danê

Teskereçiya bi Evdilcebar çawişî


Berê xwe danê
Tew lê nava qantir
Û bêxwedîka wî lê timarxanê
Heyla li min porkurê
Teskereçiya Evdilcebar çawişê min
Saqo û şalwarê sivîliyê
Li bejna xwe dabû wî lê
Mîrata qantirê nazî dikir
Cotê çifta pê re li eniyê danî

Min dî Sultanê
Bi sê denga dikir gazî
Digo lê lê Nîgarê
Xwekê korê nemayê
Mala bavê te şewitiyê
Wez ê pê hisiyame
Bi gotinê gotinbêja
Dibêjin cenazê Evdilcebar çawişê te
Berê wî dane xestexana
Bêxwedîka lê Erzincanê
De wî lo lo çawişo lo
De wî lo lo zatiyo lo lo

Ez ê bi vira Kavila Kosê


Ketime lo lo bidarkelêj e
Min dî alaya siwariya
Derketî munawirê
Qirana li ser qirana
Li hedefê wî lo lo li vê atêşê

Sultanê bi sê dikir gazî


Digotî lê Nîgarê
Mala bavê te şewitiyê
Wez ê pê hisiyame
Bi gotinê gotinbêja
Divên do vî çaxî
Li ber derê xestexana Erzincanê
Zalimê dixtor qalpaxê
Serê çawişê wî lê te davêje

Min ê digo welatê xerîv û xurbetê


Wê gavê ne xwing e ne dê ye
Ne ne bav e ne bra ye
Ne qewm e ne eşîr e
Kesekî xwedanê xêra û xêrxwaz tune
Li ber serê teskereçiyê
Evdilcebar çawişê te rûnê
Hawar Xwedê wele
Hurik hurik yawaş yawaş
Wesyetê xwe wî lo lo bibêje

Ez ê vê sibê berê xwe bidim


Deşta welayeta Diyarbekira şewitî
Hinda Huseynê Farê lawikê dengbêj e
Min ê bigotana ji bona
Reza Xwedê û pêxember e
Gava tu ê li serê civata rûdinê
Klama teskereçî Evdilcebar çawişê min
Tim û daîma wî lo lo tu bibêjî
De wî lo lo çawişo lo lo
De wî lo lo zatiyo lo lo

( ev kilam bi du awayan hatiye gotinê ji devê dengbêjê me.)


8. LAWIJA SER SALIH ŞAHÊ DENGBÊJA

Cureyê vê helbestê yê wêjeyî lawij e. Hêmanên xwe yên mîna pîvan, qafiye û nezmê hene.
Nezma wê ne xwedî teşeyeke diyar e.
Gelek dengbêjên din jî vê dibêjin. Nola Şakiro. Gotinên lawijê ji devê jinê hatine girtinê.
Çîroka helbestê jî ev e: Di dawetekê de yekî bi navê Zekî, şeşagira manêre diteqîne, bêhemdî
wî li Salihê dengbêj dikeve. Wan jî ev lawij li serê gerandiye.

Melul melul melulo siwaro


Beyazê gotî
Lê lê Gulnazê korî nemayê
Sibe ye wez ê
Bi wêrana Melazgîra şewitî
Gundê bikevir kela Suphiyê diketim
Naçime gund ez zûka bikereng e
Bira kula Xwedê bi sê kulan be
Têkeve derê konê
Zekiyê lawê Mîran Begê
Min dî vê sibê
Li refê siwara kirî gazî
Digo gelî siwaran
Bûka me derxînin êvar hat
Roka me çû dîsa li me dereng e
Min dî mîrata şeşagira manêrê
Vê sibê di destê Zekiyê lawê
Mîran Begê dabû deng e
Guleka bi dest berdayê
Li bejn û bala bavê Mihemed
Salihê min şahê dengbêja
Gula xorta teyrê
Ser milê qîzan û bûka
Nema bû sîma reng e
Heyfa min nayê
Li kuştina egîtan û xweşmêra
Heyfa minê têyo li wê heyfê
Îro bêxwedî û sermiyan mane
Her çar gundê dor heft reng e

Beyazê gotî Gulnazê korî nemayê


Sibe ye wez ê
Bi wêrana Melazgîra Şewitî
Gundê bi kevir
Kala Suphiye diketim
Îro naçim gund e
Wa zû lê dîsa bi dawet e
Minê vê sibê
Bal û dêhna xwe berdayê
Min dî mîrata şeşagira manêrê
Li destê lawanê Mîranî Begê
Gidî lo lo dîsa gurîn ketê
Guleka bi dest berdayê
Li bejn û bala bavê Mihemed
Salihê min şahê dengbêja
Gula xorta teyrê
Ser milê qîzan û bûka
Wêre felekê mala te xera be
Wele şikestî per û qanatê
Çok û çingê min hermetê

9. DESTANA SER BENGÎBÛNA NAZÊ YA LI HUSO

Teherê hûnandinî ya vê helbestê têra xwe seyr e. Em dikarin mînakên


berhemên weha yên Wêjeya xwe ya Devkî, rûkarî berhemên Wejeya Cîhanê jî bikin. Ji ber ku
gotinên helbestê ji du aliyan ve hatine rêzkirinê.
Cureyê wêjeyî yê helbestê lawij e. Pîvan û qafiyeya xwe heye. teşeyê xwe yê nezmî jî, li gorî
mijara rêzan ji hev û du hatiye dabeşkirinê.
Ev ji devê gelek dengbêjan ve diê gotinê. Ji hêla mijarî ve hem dilînî ye hem jî destanî ye. Li
ser evîna navdar a Nazê ya ser Heso ye.

Dewran e dewran e demê dewran e


Nazê digo Heso pismamo
Sibe ye wez ê bi Geliyê Zîla
Çemê Hesen Evdalê diketim
Dilê min bi deman e
Xwazgînçiyê min rebenê hatine
Ji êvara Xwedê de
Di mala bavê min de
Li hev civiyane
Lo lo min bi heyrano
Bi gotinê gotinbêja
Dibêjin şîranîka min xwarine
Dê bi rebeno nîvê qelenê xwe dane
Na na wele wezê vê sibê hatime
Xatir ji pismamê dilê xwe bixwazim
Ez qe nizanim
Hal û dem û birînê te
çawa ne siwaro
Dewran e dewran e demê dewran e
Huso digo lê lê lê Nazê malxerabê
Na na wele ji bextê min û te re
Dîsa bi ser me de
Li esmana agir dibare
Le dilê min evdalê Xwedê
Ji hêlîna hêlîna teyrê nar e
Bila hêlîna xwe çê nekirana
Li Geliyê Zîla
Li serê Çemê Hesen Evdalê
Dê bi rebenê li reşik û tarî
Na na wele tu ê
Ji oxur û feleka xwe nemîne
Here ji xwe re
Bi meqsed û muradê dilê xwe şa bibe
Ew ê rebê alemê
Aniye serê pismamê te
Neanî serê wî Eyûbê kurmaxwarî

Nazê heyla Nazê Nazê


Te çavreşê bejinbilindê
Gerdengazê bermuradê
Wele tu yê gava
Xatir ji min dixwazî
Hinekî giyayê buharê
Di binê min raxîne
Wele Huso brîndar e
Halê wî tunîne
Bila qasekî serê xwe dêne
Hay lê ji xwe re razê

Derê dewran e dewran e


Dewran e dewran e demê dewran e
Nazê digo Huso pismamo sibe ye
Wez ê bi Geliyê Zîla
Çemê Hesen Evdalê diketim
Dîsa wa li hersek e
Di seriya min û te re deşt û zozan e
Malxerabo di biniya me de
Hêlîna teyrê basbelek e
Bi sonda qesemê xwazgîniyê min ê
Di mala bavê min de
Ji êvara Xwedê de rûniştine
Dibên şîranîka xwe xwarine
Maye dawa çek e
Hêviya min heye
Ji rebê alemê mîrê mîra
Di pey pismamê min de
Tu carî qedera min ê
Li eniya lawê bava neke
Lo lo malxerabo wele
Tu yê were vê sibê
Qase kî serê xwene
Li ser çoka dotmama xwe dêne
Ew derdê ku
Di canê pismamê min de ye
Belkî rebê alemê
Bigre canê min giş suwaro

Dewran e dewran e demê dewran e


Sibe ye wezê bi Geliyê Zîla
Çemê Hesen Evdalê diketim
Tê re ne zinar e bilind çiya
Bejna Nazê zirav e takê rihana
Li serê heft newala dozde riya
Şevekê ji şevê payizê
Heta nimêja serê sibê
Nazê bi stûxwarî
Li ber serî rûniştiye
Serê wî ji ser çoka xwe danî
Hêdî hêdî yawaş yawaş
Bi ser de digiriya
Bi emrê rebê alemê qasidê qolfelekê
Li ser singê wan peya dibû
Girtî ruhê wan her duya
Na na wele
Bi gotinê gotinbêja divên
mekanê Huso û Nazê
Li nava Çemê Hesen Evdalê
Bûye ziyareta tawiyan û bawiyan

Hey lê Nazê Nazê


Te çavreşê bejinbilindê
gerdengazê bermuradê
Lê lê malxerabê gava tu yê
xatir ji min dixwazî
Hinekî gihayê buharê
Di binê min de raxîne
Wele Huso brîndar e
Halê wî tune
Bila qasekî ji xwe re razê

10. EREBA MIN


Cureyê helbestê, kilam e. Ji aliyê pîvana rêzan, qafiyeyê û teşeyê nezma xwe ve, di dirûvê
berhemên wêjeya Devkî de ye. Herweha mijara xwe jî, li ser evînê ye. Kevneşopiya Aşiqiyê
diêne ber me. Ev awayê hunerê xwedî rabirdûyeke kûr, dûr hur e. Di qada wêjeya gelên cîran de
jî ev awayê hunera helbestî bala meriv dikşîne. Bi taybetî edetekî wêjeya Devkî ya Turkan e û gelek
mînakên xwe hene.
Kilam ji aliyê mijarî ve evînî ye .Yê ku klamê derxistiye dengbêj Huseynê Farê ye. Ciyê kilamê
Diyarbekir e.

Ereba de lê lê lê
Karîxezala dilê min malxerabê
Deşt û zozan nemane
Ez li karîxezala xwe temam lê geriyam
Dîsa kor poşman
hêdî hedî yawaş yawaş
Berê da sûra diyarbekira şewitî
Min ê digo ciyê şêxan û ewliya
Em ê gava ketibûn
sûra bedena Diyarbekira
Serê Mêrgahmedê çarşiya şewitî
Nava elbikçiyê van Elîpariya
Min ê digo çiqa cîkî fere ye
Serê ewilî qasekî ji xwe re
Di nav de digeriyam
Min bal û xiyala xweni dida
Bejn û temtêla qîzan û bûkan
Yadê van zeriya
Na na wele min ê
Xwe pê da pê da
Berdaye pişta Mala Elîşêr e
Min bala xwe dayê
Govenda qîzan û bûkan
Bi sêpiya bi sê qefla digeriya
Dilê Huseynê Farê lawikê dengbêj
Dilkî qure bû
Di nar temamê qîz û bûka de
Ji xwe re ketibû sisiya
Minê digo ewa mezin
Ji min re bikêr nayê
Ezê bînim ji bona
Şivan û gavanê gundiya
A diduya ji min re nabe
Ez ê bînim ji bona
Kutlik û şanborekê
Teresê van Mardînliya
A sisiya kinik î orte bû
Li çax û benda min
Lawikê xelkê re
Min anî bû ji bona
Henek û laqirdiya
Şevekê ji şevê payizê serê kanûna
Min ê gava destê xwe
Avêtibû gurmitikê piya
Min ê dimêt di devê
Taximê singan û bera
Hinarikê rûya
Na na wele
Çiqas necar û merengoz
Li Diyarbekira şewitî hene
Ez ê li temama
Li giştika digeriyam
Min ê cotekî nalîn û qafqafkê kirî
Du bohist û çar tiliya
Ew a kinika ortê bû
Ji çax û benda min
Lawikê xelkê re
Şevekê ji şevê payizê serê kanûna
Min ê gava destê xwe
Avêtibû serê gurmitikê piya
Mîna kevanekî ji kevanê destê teresuliya
Bi ser de diaşuya
Ji hal û demê xwe re dîsa ditewiya
Min ê devê birî
Taximê singan û bera
Dev û lêvê cotilmiya
Hinarî rûya
Singa vê teresbavê hişk bû
Mîna helawa Entabê
Bi çakûç û tevşoyê destê
Necar û merengoza nedişkiya
Mîna hingivê Sêrtê dimsê Pisyanê
Wî tiriyê çiyayê Şengalê
Bi ser dev û lêvê
Min lawikê xelkê de diheliya
Ji kerba ramûsanê vê teresbavê
Sî û sê dranê min
Bi hev de diweşiya
Ereba min hay lê lê ax
Karîxezala delala dilê min
De rabe hay lê lê

Ereba min de lê lê lê
Malxerabê min ê digo sibe ye
Sed carî sibe ye
Karîxezala dilê min
Min ê digo sibe ye
Sed carî sibe ye
Stêrkê rûesmana
Çima winî qube ye
Min dî karîxezala li xîmê
Binê beriyê digeriya
Li tûmê kelemoka
Gele bi gele ye
Bi sonda qesemê ew maleka
Qîz û bûk lê tune ye
Mîna aşekî ji êvar de xerabe ye
Bêqiraş e bêdore ye
Mîna xanekî ji xana binî toz e
Binî bizibil û zibare ye
Ew malika qîz û bûk tê de heye
Dixwazî bila mala
Şivan û gavanê gundiya be
Eynelyeqîn e werre ye
Tiştekî derew xalif
Di vê galegal û gotinê de tune ye
Lê mala wî şivanî û wî gavanî
Çima qîz û bûk tê de heye
Bi şiklê konê bavê Evdilhemîd ava ye
Lixêmê binê beriyê biçît e biperde ye
Bimisîn e bigumgum e biqawe ye
Sedema çavê qîza
Tim û daîm şêwr û mişêwrê
Hezar hev dengbêjê mîna
Huseynê Farê lê heye
Ereba min hay lê lê lê
Karîxezala dilê min hay lê lê

11. KILAMA KEÇIKA BENGÎ YA SER DELALÎKÊ BER DILÊ WÊ

Helbesta me, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, di hêla wêjeya Devkî de, bi navê ‘kilamê’ diê
binavkirinê. Jixwe aliyên xwe yên pîvanî, qafiyeyî û teşeyê nezmî jî vê rastiyê diselmîne.
Ev helbest, rastî, durustî û xalisiya evîna kevnar a bav û kalên me dide nîşandanê.
Kilam ji aliyê mijarê ve li ser evînê ye. Keça ku dil berdaye xortekî , di hiş xeyalê xwe de
dixwaze ku, cilê delalîkê dilê xwe bibe bişo. Navê keçikê Gulê ye. Radibe kincan hildigre, dibe ser
ava Feratê, li wê derê, avê, zelal nabîne , dilê wê qerar nade ku bişo. Ji wirê diçe ser ava çemê Cizîra
Botanê. Li wê derê jî avê, li gorî dilê xwe paqij nabîne. Dawiya dawî diçe ber ava kaniyên çiyê ku
cilê delalîkê dilê xwe bişo.
Dîsa gotin ji devê jinan hatiye girtinê.

Erê hay lê lê Gulê


Hay lê lê Gulê
Hay lê lê gulê
Hay lê lê Gulê
Hay lê lê Gulê
Hay lê lê Gulê
Min ê go bejna
Karîxezala dilê min zirav e
Takî rihana li binê çiyakê
Bêxwedîka vê Musûlê
Sebra min de hê lê lê

Min dî Gulê vê sibê


Bi sê dengan dikir gazî
Digo lo lo lawiko mehrûmo
Min ê vê sibê
Cilê delalîkê dilê xwe
Hildaye daye li hev pêça ye
Erê hey lê dayê
Min ê berê xwe daye
Ser ava çemê Diyarbekir
Wez ê gava diçûm
Ser ava Feratê Diyarbekir
Wele min ê bala xwe dayê
Şopa qatirciyê Sêrtiya bû
Guherê miya bû
Mexelê boşî deva bû
Wî devê min digo
Dilê min ê
Ji devê min re qerar nedida
Min ê cilê delalîkê dilê xwe
Neşûştî li avê nedida
Heywax li min porkurê hay lê lê

Na na wele min ê vê sibê


Car dinê cilê delalîkê dilê dilê xwe
Tev dabû tev pêçabû
Min ê berê xwe da
Ser ava çemê Cizîra Bota bû
Min ê bala xwe dayê
Di ser me re selexane
Li serê av û arava spiya bû
Hûr û pizûrê miya bû
Devê min digo
Dilê min ji devê min re qerar neda
Min ê cilê delalîkê dilê xwe
Neşûşt li avê neda
Hey wax li min porkurê hê lê lê

Erê hey lê dayê


Li min porkurê
Min bala xwe dayê
Ji min wê de çem nemaye
Bi ser min re dax û gelî û çiya ye
Min ê berê xwe dida wî çiyayî
Belekê berfê lê xuya ye
Wez ê gava diçûm
Belekê berfê wî çiyayî
Min bala xwe didayê
Bi sê ciya ji serê çem û kanî
Ava zelal jê kişiyayî
Li wî çiyayî li belekê berfê tetişê ava
Li çol û yabana Xwedê
Min ê kuçikê xwe çê kir
Sê hev kevirê xwe danî
Sîtila xwe li ser danî
Teşta xwe li ber danî
Serê buhara ewil bû
Paşiya payizê dewamiya neh meha
Li çol û çepera
Pêjna delalîka dilê min
Li min dayî
Wele li wî çiyayî
Takî êzing qe nemayî
Sabûna min keçikê
Barê heft deva bû
Qediyayî kirtikkî jê nemayî
Teşta min qul bûyî
Sîtila min şikiyayî
Tilî û pêçiyê min î zeriyê karîxezalê
Di ber av û arava
Delalîkê dilê min de giş mihiyayî

Erê hay lê lê Gulê


Hay lê lê Gulê lê
Erê bejna karîxezala dilê min zirav e
Takî rihana li serê çiyakê
Bêxwedîka vê Musûlê
Sebra min de hê lê lê

12. EVÎNA QÎZMETÊ YA SER “LAWXALO”

Cureyê vê helbesta Dengbêj Husynê Farî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, ‘kilam’ e. Ne bi giştî
be jî, dîsa helbest, ji aliyê pîvana rêzan, qafiyeya dawiya rêzan û teşeyê dabeşbûna helbestî ya nezmî
bi awayê berhemên wêjeya Devkî ne.
Kilam li ser evîndariyê ye.Gotinên vê klamê ji devê jinê ye. Keça ku ev kilam avêtiye ser lawê
xalê xwe, bengî bû ye. Lêbelê, negihîştine hev û du û keçikê bêdil dane yekî ne baş. Keçik gazin û
lomeyên xwe dike.

Erê lawxalo bejna min zirav e


Wa rihana zer e
Erê kurxalo bejna min zirav e
Wa roka zer e
Taximê sing û berê min
Keçikê ji te re
Mîna textê Sultan Evdilhemîd
Bixwendin e bihesab û
Wa bizêr û bizeber e
Cotê memikê min ji te re
Malxerabo mîna kewê li qefesê
Bi bask û per e
Sî û sê dranê devê
Min keçikê spî ne
Mîna ne birincê Şêxanê Qerecdaxê
Salik û dozde mehê Xwedê
Wa li raser e
Malxerabo te yê kirî
Terka bejna min a zirav
Sî û sê şêbiskê belekê çava
Ez ê ketim tora kotî heram
Jindo nemerdiyê xerab
Derdê wî nayê kişandinê
Şevê nîvê şevê
Li ser taximê
Sing û berê min keçikê
Ji xwe re dike
Herba û ceng û şer e
Lawxalo wez qîzmeta te me
Lawxalo wez qîzmeta te me
Wî kurxalo wez qîzmeta ye me

De herê lawxalo sibe ye


Wez û lawxalê xwe ne
Li erdê binya malê
Li ser kaniyê li hev rûniştin
Ez û kurxalê xwe
Li erdê biniya mala
Ser kaniyê li hev rûniştin
Hestirên çavê min û lawxalê min
Mîna tofana Nuh pêxember
Kevirê zinara
Qûmê derkê çeman tev dişûştin
Malik xerabo ji ber griyê min û te
Min dî mriyê mezela
Di hundirê qebra xwe de rabûne
Kefenê xwe ne bi devê girtine
Digotin ha ho medet û rûniştn
Malxerabo min û te
Gilî û gazinê xwe kirine
Lome me ji pa re hiştin
Lo kula Şamê Helebê
Di mala bavê te bikeve
Te ê kirî terka bejna min a zirav
Şûsê sê biskê belek çava
Ez ê tora kotî heram
Jindo nemendiyê mêrê xerab
Wele derdê zewaca bêdil nayê kişandinê
Royê carek te ez dikuştim
Lawxalo wez qîzmeta te me
Erê lawxalo wez qîzmeta te me

Ez ê ji bejn û bala xwe ve


Bêşik û bêşubhe me
Tu yê meke xem û mereqa heft sala
Here li welatê
Xerîv û xurbetê bigere
Gava tu vegeriyayî hatî
Dîsa wez marîna lawxalê xwe me
Lawxalo wez qîzmeta te me

(têbinî: dengbêj, di qaseteke xwe ye din de van malikên han jî li vê kilamê zêde dike.)

Lo lo lawxalo heyra min go


Xatûnîka kurxalê qerîşan e
Ez ê vê sibê rabibim
Berê xwe bidim kambaxa
Welayeta Diyarbekira şewitî
Ba nalbenda bazinê
Destê xwe derxim
Jê ra têkim lo çarhezar e
Ez ê xizêma pozê xwe
Goharê gohê xwe derxînim
Jê ra têkim hûrik hûr bizmar e
Ez ê sî û sêbiskê xwe jêkim
Jê ra têkim ser kelê Wêris Begê
Lo dor hevsar e
Wê rojê êdan û şahiyan
Wê bê lawxalê min
Lingê xwe têke rikêbê
Destê xwe bavê dizgînê
Berê xwe bide xêrîviyê
Binê beriyê welatê xerîv xurbetê
Nava heval û hogira da
Bera xelk nebêje qebraxo
Dost û yara wî tu nîne
Çi siwarekî bêçîk û lo bêpergal e
Lawxalo wez qîzmeta te me
Lawxalo wez qîzmeta te me
Wî kurxalo wez qîzmeta te me

13. TÊLÎ

Cureyê vê helbesta xweş, ji aliyê wêjeyî ve “kilam” e. Pîvana rêzên wê, nêzê “pîvana kîteyî ye.
Herweha qafiyeya xwe bi xurtî bala meriv dikşîne. Teşeyê xwe yê nezmê gelek dirêje. Heta mijara
wê yek e, rêz ji hev û du naqetin. Ji ber vê çendê em nikarin navekî nezmî lê bikin. Bi her awayê xwe
serbest e.
Mijara helbestê jî, li ser evînê ye. Vê carê bêtir hest daxwazên xort derketine pêş. Dîsa bi
temamî helbest ji aliyê gotinên xwe ve, ne malê mêr bi tenê ye; gotinên balkêş ên keçikê jî hatine
gotinê.
Aliyekî seyr ê vê helbestê jî ew e ku, bengîbûna melankolîk a xortî aniye zimên. Di wêjeya me
ya Devkî de mînakê bi vê teherê ne ew çend zav in.
Ev berhema ku hilberîneke wêjeya Kurdî ya Devkî ye, hêjayî rexnegirtin û lêhurnihêrîneke
hunerî ye. Li benda keda rexnegiran e ku hindekî xwî û xwîdanê birêjin li serê.

Were Têlî were Têlî were Têlî


Hey lê zalimê lê lê lê
Ez ê serê sibê
Radibim ji xewka şirîn
Bang dikim dibêjim Têlî
Bi nava rojê dibêjim Têlî
Bi êvarê dibêjim Têlî
Bi seetê bi gavê bi deqê b isaniyê
Ji axîn û kedera dilê xwe re
Wez ê bang dikim dibêjim Têlî
Lê lê Têliyê malxerabê
Wele tu hur î boz î beyaz î
Xalis î mulis î
Beytul emîn î tu kihêl î
Neh nav û ne îmze
Li ber navê te ne ketine
Li ba dilê min
Dîsa tu yê pir şirîn î
Malxerabê wele tu kihêl î
Tu yê vê sibê
Li qarişî çavê min sekini yî
Ez nizanim qîz î
We nizanim tu bûk î
Ez nizanim tu jinebî yî
Ser dev û lêvê te yê bixêlî
Îsal sala hefta û heşta ye
Dilê min kete te
Çima tu yê xwe ji min vedişêrî
Lê lê malxerabê
Heft hev birayê te hene
Heft hev xwingê min hene
Ji bona xatirê çavê te
Wez ê Ji te re têkim berdêlî
Were Têlî were Têlî were Têlî

De lê lê zalimê lê lê lê
Têliyê malxerabê
Min go buhar e buhara rengîn e
Zalima qîza zalima
Buhar e buhara rengîn e
Li seriya me zozan e
Li biniya me de
Bingol e Serhed e Şerefdîn e
Brek malê bava Têliya min bar kirine
Li zozanê me yê jorîn danîne
Hespê binê min rewan e
Şopê malê we digerîne
Na na wele min ê vê sibê
Xwe berda zozanê me yê jorîn e
Min bala xwe dayê
Sê kon vegirtî ne
Min ê ajotî pêşiya konê pêşî ne
Min bala xwe dayê
Di bin de sê zerî ne
Çavê wan reş e
Brûyê wan ê leglegî ne
Dev û lêvê wan tenik e
Mîna pelê kaxizê cixarê spî ne
Bikum û kolos û temezî ne
Min ê bala xwe bida
Taximê sing û berê van karîxezalan
Serê memikê wan sor e
Qoratê memikê wan spî ne
Mîna sêvê Meletiyê
Hinarê Dêrikê deqdeqî ne
Mîna gazocaxiyê ceryanlî ne
Li ser mastê zêrîn û zîvîn e
Zincîrê dorê xalis î muxlis î
yadê zêrê zer î Reşadî ne
Lo lo rebiyo qurbano
Wez ê aşiq û sewdaliyê
Bejn û bala a ortê me
Zalima qîza zalima
Navê wê Têlî ye
Her duyên dina jê re
Bûne kole xizmetçî ne
Yek jê re qawê dikelîne
A dinê destmal girtiye
Hêdî hêdî yawaş yawaş
Bi ser de dikir baweşîn e
Mîna qaz û qulingê beriya jêrîn e
Salê carekê serê xwe ne li zozanê
Bingol û Serhed û Şerefdînê dixîne
Siûd û talih û îqbala gelek xortan
Li cem rebê alemê qe tu nîne
Ez ê anuha li vê dera ha
Şahidiya cemaata hazir bikim
Jinê çê daîma dibin
Qismetê mêrê kotî ne
Were Têlî Têlî Têlî were Têlî

De lê lê Têlîyê lê lê lê
Min ê digo Têlîya min lê hayê
Çavreşa min lê hayê
Bejn zirava ber dilê min rabe lê hayê
Bila qeda û heftê bela
Bê li zewaca dilketinê
Wer li çar rokê vê dunyayê
Malê bavê min çi qas pir be
Temamî bavêjim terkiyayê
Ser serê teresê bavê te
Lê çima qelenê
Bavê te dernayê
Na na wele wez ê
Aşiq û sewdaliyê
Bejn û bala Têlîyê bûme
Mîna hêsira pepûka evdalan
Bi baba dewrêşî
Wezê ji xwe re digerim
Li rûkê ve dunyayê
Min ê pe da pê da xwe berda
Şamê Helebê Humûsê Hamûdê
Humayê Kerkûkê Kerbalayê
Min ê xwe berda
Mekka mukerrem Medîna mûnawer
Kiriye tewafiya kevirê
Heeceruleswed ciyê tobayê
Min ê xwene avêtî girê Erefayê
Na na wele min digo
Ji wetana wetenkî tahir î muqedes î
Sebr û deyaxa min
Lawikê xelkê lê nayê
Min ê pê da xwe
Berda bajarê Iraqê
Serê kuçe û sûk û gêdûkê vê Bexdayê
Sibe ye min dî
Keçikek rûnîştiye li binê dara çinarê
Ji xwe re dixwîne quranê
Mane dike rûpelê
Bimbareka vê emayê
Wele min ê qasekî
Bal û dêhna dilê xwe didayê
Keçikê bang dikir digo
Lo lo lawiko mahrûmo stûxwaro
Tu çima li min dinihêrî
Ji min re dibêjin Meyramayê
Tu were vê sibê
Li kêleka min rûnê
Ez ê ji te re bixwinim quranê
Mane bikim rûpelê
Mubareka vê ûmayê
Hetanî sala sed û yekê
Tu li kêleka min bî
Tu carî mirina gewrik
Her çar royê dunyayê
Li bîra te nahê
Têlî Têlî Têlî were Têlî

De lê lê zalimê lê lê lê
Rebiyo qûrbano sibe ye
Wezê diçûm mala
Bavê Têliya xwe bi mêvanî
Rebiyo qurbano wez ê diçûm
Mala bavêTêliya xwe bi mêvanî
Mîna hêsîra pepûka evdala
Li ber qwulikan û pacan
Min ê vê sibê ji xwe re kir guhdarî
Min bala xwe dayê
Têlî sala par vî çaxî
Delalîka ber dîlê min bû
Sala îsalî ji xwe re ketiye
Bext û tola kalê
Heftê û heştê salî
Na na wele kor poşman
Ez ê vedigeriyam
Dîsa li ber qulikan û pacan
Li ber dîwaran
Min ê stû xwar kirî
Ji xwe re vê sibê kir guhdarî
Min bala xwe dayê
Ji terefê Rebê alemê
Xanî li min qul dibû
Bulbulekî ji esmanê hefta hat
Vê sibê li ser çok çingî min danî
Bi min re xwendiye
Bi kurmancî bi zazakî bi romanî
Vê sibê disa bi çil û çar zimanî
Digo lo lo lawiko mehrûmo stûxwaro
Meqsed û muradê dilê te çi ye
Min ê digo meqsed û muradê
Dilê min Têlî ye
Digo bi sonda qesemê
Meqsed û muradê te û Têliyê
Li vê dunyayê nabe
Êwê here cenata baqî
Lo lawo erşê alî
Min dî wê gavê
Têlîyê serê xwe rakir
Ji nava ciya û livinan
Balgiyan bang dikir
Digo lo lo lawiko mehrûmo
Rûreşo vireko derewîno
Zozanê Bingol û Şerefdînê bişewite
Salik û dozde mehê Xwedê
Me biçem û kanî
Na na wele ji heft saliya min û te de
Hetanî emrê me
Bû şazde û pazde
Em ê tê de bi hevdu re geriyane
Bi xortanî lo lawo bi qîzanî
Le kuliya zimanê te nexwaribû
Ava reş bi çavê te de nehatibû
Tiliya min di çavê te re neçûbû
Rokê te yê ji heval û hogirê
Dora xwe re bigota
Dilê min ketiye Têliyê
Wê gavê min û te
Me yê hevdu birevanda
Tu yê ji min re bibûya malxwe
Wezê ji te re
Bibûma kevanî û bermalî
Wele tu yê vê sibê
Li hal û demê min napirsî
Wezê ketime tora
Vî kalê heftê û heştêsalî
Rojê carê mirin çêtir e
Ji min re ji vî halî
Were Têlî were Têlî were Têlî

14. XALÊ CEMÎL Û WERDEM XANIMÊ

Ev berhema hêja ya wêjeya me ya Devkî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve rasterast kilam e.
Pîvan, qafiye û teşeyê nezmî yê helbestê, di durûvê hilberînên wêjeya Devkî ya gelî de ne.
Kilam ji devê keçikê hatiye girtinê. Ji aliyê mijarî ve li ser evînê hatiye gotinê. Xalê Cemîl ku dil
berdaye Werdem Xanimê, bi temenê xwe kal e. Ev her du kes, diavêjin ser hev û du. Werdem Xanim
hê li gorî Xalê Cemîl piçûk e.

Xalê Cemîl Xalê Cemîl


Xalê Cemîl wez gune me
Lo lo Xalê Cemîl min bi heyrano
Wele tu yê extiyarê dîno
Ez gede me
Lo lo Xalê Cemîl emrê te ye
Çûye çil û pênca
Wez çarde me
Lo lo Xalê Cemîl malşewitiyo
Tu yê ji min vegera be
Wezê stûxwar im bêçare me
Xalê Cemîl malşewitiyo
Wezê ne pariyê devê
Murdarê fena te me
Xalê Cemîl ez gune me

Xalê Cemîl digo


Lê lê Werdem Xanimê
Sibe ye min û diyarê Qerdîlekê
Lê lê Werdem Xanimê
Min bi heyranê
Qamkinikê lê meşwerdekê
Wele tu yê gohê xwe
Mede qise û gotinê
Galegalê şeytan û fesada
Fesadiya xelkê
Bila Xwedayê teala biqedîne
Muradê min û Werdem Xanimê
Şevekê ji şevê payizê
Heta şeveqa sibê
Bila wê çaxê
Li ser singê min peya be
Qasidê mîrata qolfelekê
De gidî lê lê
Gidî lê lê Werdemê
Dêgawirê bavecemê
Ez ê qasekî rûniştima li kêlekê
Li balê dîsa wa le cemê
Gidî lê lê lê Werdemê

Lo lo Xalê Cemîl malxerabo


Wele tu yê ji min gera be tu mezin î
Li şûna xalê min î
Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î
Lo li şûna bavê min î
Lo lo Xalê Cemîl ez gede me
Malxerabo wele tu mezin î
Lo lo Xalê Cemîl
Tu yê nebe sebebê
Lo lo qedera min î
Xalê Cemîl wez gune me
Xalê Cemîl Xalê Cemîl
Lo ez brîndar im
Wez ê brîndarê
Destê kesê kal im

15. KILAMA NUSREDÎN Û XATOYA ŞELMO

Hilberîneke hêja û şayanê şanaziya hunera Kurdî ye. Cureyê berhemê yê wêjeyî kilam e. Xwedî
pîvan û qafiyeya hilberînên wêjeya Gel e. Dîsa teşeyê xwe yê nezmî ne çarîn be jî, di tayê helbesta
gel de ye.
Herêma ku ev kilam jê derketiye, kana eşîra Bekiraniyê ye. Gundê Şelmo ku dema berê Kurmanc
û gelê Ermen, digel hev û du, tê de bi salan bi kirîvatiyeke xalis û muxlis jiyane, gelek rojên seyr
dîtiye. Li gorî şêniyên vî gundî Şelmo, sê caran hatiye şewitandinê; sê carên din hatiye avakirinê.
Kilam bi mijara xwe li ser evînê ye. Ji devê keça bi navê Xato ku, dilê xwe berdaye Nusredînoyî,
dixwaze dilketiyê wî biê wê bixwaze yan jî birevîne, hatiye gotinê. Tiştê ku heye, me çîroka vê
kilama xweş, ji gundî û rûniştiyên gundê Şelmoyê kir. Xatiya Wesîle ku, şelmoyî ye, anuha li gundê
Kenikê rûdinê dibêje ku, kesê ev kilam derxistiye, mêr
e...?????????????????????????????????????????????? Jixwe bavê wê merivekî pereperest e û dilê wî
heye ku, keça xwe bêdil bide merivên perepirî. Keçik jî hêrs bûye ji bavê xwe û li çareyên felata xwe
digere.

Hay lo delal hay lo delal delal


Hay lo delal hay lo delal
Nusredîno wezê hatime
Şewitiya Şelmo li hember e
Tu yê şevekê were
Têkeve hewşa mala bavê min
Qeflekî berx û miya bive here
Tu yê têkî çarşiya welayeta Diyarbekir
Qeza Batmanê bifroşe
Temam têke ser e
Tu yê ji xwe re bide bi tivingê
Bi demançê bi qotek xencer e
Tu yê şevekê werî kêrekê
Li ser dilê qebraxê bavê min bixe
Ew ê herin gilî bikin
Muxtar û ezayê gundê me
Temam bêne ser e
Ez ê perçekî rûnê helandî
Kerîkî penîrê Qerecdaxê dênim ber e
Muxtarê vî zemanî elimandine
Ew ê ruşwet û bertîlên xwe bigrin
Li oxura xwe here
Ez ê bibêjim gelî musulmanan
Ez şahidim ji vira
Heta roja qiyametê
Ji heftsaliya bavê min de
Evê kula hanê
Li ser dilê vî qebraxê bavê min bû
Hema bi emrê Xwedê dîsa
Deqeyê wî hat dêranê
Ji xwe re daye ser e
Erê hay lo delal hay lo delal
Hay lo delal hay lo delal
Hay lo delal hay lo delal tu newêrî

Nusredîno ez hatime şewitiya Şelmo


Bişewite me bitehtik e
Wele Xato yeka
Bejinzirava devliken e xunxweşik e
Min dî Xato cotê cêrê nû hilanî
Qesda Kaniya Sako dike
Hema li ser kaniyê disekine
Cotê cêra li tehtê dixîne û helhel dike
Xato dilezîne wê gavê
Daw û delingê xwene hil dike
Berê xwe ni dida Kaniyahenê
Çemê Bazo Çaya Balika
Li cem Şêx Sebrî
Li qebraxê bavê xwe gilî dike
Şêx Sebrî digo qîza min
Tu were derdê xwe bibêje
Dîsa sibe ye ji xwe re
Xwedê xêr bike
Erê Şêxê mino
Ezê bi ocaxê te kim
Derdê dilê min evdala Xwedê
pur e ne hindik e
Evî kawisê bavê min
Rojê min ê
Bi heft heva re bazar dike
Eger tu înan nakî
Yek jê Hemoyê Pero ye
Wa ye rûniştî ye li quncik e
Hustikê Silê yekî pîs î mûzerik e
Qumur Ûsuvê Nûrê
Yekî gwurî ye serê wî bikevnik e
Ê lê bedra şêxa heye
Tewrî jê re dibêjin
Sewadiyê wî Belik e
Li ser setê li Kaniyahenê
Rojê barê wî derew û vira dike
Berê xwe nede walîlîxa Sêrtê
Li qeza Batmanê gilî dike
Bi sonda qesemê
Pênc quruş pere
Di cêva wî qebraxî qe tuneye
Lê çavê wî lê ye
Bi fortan û viran û derewan
Taximê sing û berê min keçikê
Mîna mulkê Kaniyahenê
Li ser xwe
Mor û mezbet û tapû bike
Erê hay lo delal hay lo delal
Hay lo delal hay lodelal tu newêrî
(Di dirêjahiya vê derê de ev malik lê hatine zêdekirinê)

Êlê şêxê mino wele dilê minê


Di yekî de heye
Navê wî Nusredîn e
Yadê rebenê wele bi eslê xwe
Seyd e qebraxo ditirse
Ji xema dilê min re kezebkeçik e
Hawara Xwedê wele sebra min heye
Ez ê soz û qewlê rebî pê re deynim
Lê dayê rebenê wele gava
Bê û min ji xwe re birevîne
Em ê heta Dara Kurê Rewanê herin
Ew ê gaziya şivan û gavanê
Eşîrê gundiya li pey me bê
Le tirsa min ê ji wê tirsê
Wê min di cî da bihêle û bireve
Dîsa kor poşman bi ser
Mala wî qebraxê bavê min da vegerîne

Erê hay lo delal hay lo delal


Hay lo delal hay lo delal

(Têbinî: Di bandê dawî yê dengbêjî de, ev malikên han jî hene:)

Derê hay lo delal hay lo delal


Hay lo delal Nusredîno
Êlê Nusredînê min ê
Bi eslê xwe Seyd e bizdonek e
Qebraxo ditirse ku çakêt bê te nîno
Ez ê rojê du cara
Û sê cara dibêjimê malxerabo
Ji xwe re were min birevîno
Xwedayê min pê dizane
Qebraxê bavê min
Merivekî pur derewîno
Bi sonda qesemê tu qelenekî
Ji Nusredînê min nastîno
Ez ê dikim û nakim
Qam û qudûm û çoka cinya naşidîno
Nayê bi destê min karîxezalê
Nagire ji xwe re dîsa narevîno
Gidî de hay lo delal hay lo delal
De hay lo delal malxerabo
Çima tu newêrî

16. KLAMA HEBÎBAYÊ

Ev kilam ji alî mijara xwe dilînî ye. Li ser bengîbûnê hatiye gotinê. Berhem ji devê keçê hatiye
girtinê. Cureyê wêjeyî yê vê helbestê kilam e. Pîvana wê mîna ye pîvana kîteyî. Herweha qafiyeya
xwe jî qafiyeya zengîn e. Teşeyê xwe yê nezmî, her çendî ne çarîn be jî, nêzî teşeyên nezma
hilberînên wêjeya Devkî ye.
Dîsa keçikê bêdil dane mêr, nehiştine ku bigihîje dilketiyê xwe. Wê jî rabû ye ev klam
derxistiye. Bi vî awahî gazinên xwe aniye zimên. Gotinên kilamê, bi gazincên ku ji erf û edetên
nerast ên civaka Kurd hatine dagirtinê.

Eman eman eman


Eman de hoy weman e
Min dî keçikê bang dikir digo
Lawiko bila mala te xera be
Lê wele tu navê min nizanî
Navê min keçikê Hebo ye
De hoy hoy lo Hebîba ye
Min ê li vê dunyayê
Ne siûd e ne şans e
Ne qeder e ne muqteda ye
Lê taximê sing û berê min keçikê
Ji te re mîna hunguvê zeya
Dimsa Sêrtê hinarê Dêrikê
Porteqalê Yafayê
Sêvê Meletiyê şêrîn e
Wele salik û dozde mehê Xwedê
Tehma mîratê wî
Gezo ye tim tê de ye
Malxerabo eger tu
Ji mêra mêrekî baş î
Werî bi destê min
Karîxezalê bigre birevîne
Em ê berê xwe bidine
Zozanê me yê jorî
Welatê Serhedê qatimîka
Wî şêxî lo cem Riza ye
Ez ê qe nizanim
Siûda min û talih tune
Ez ê ketime tora heram
Şindo nemendî mêrê xerav
Derdê wî nayê kişandinê
Na na wele mîna
Roviyê beyara bûmê palaxa
Kozikê besta eyşatê rêxê golgeniya
Ji êvarê heta şeveqan
Serê sibê belxemê davêje
Ji hal demê xwe re dinale
Li ser taximê
Sing û berê min keçikê
Kûrekûrê wî ye
Fenanî kundê de hû hû
Li ser qoça ye

Eman eman eman eman


De hoy hoy eman eman
Keçikê bang dikir digo
Lê lê dayikê
Bila mala te xera be
Şevê payizê reş û dirêj derbas nabe
Na na wele sibe ye
Min dî Şemê dişêwirî
Min bala xwe dayê min dî
Find û fenerê gundiyan
Û maliya tev temirî
Agirê mala bavê min tefiya
Çira mala bavê min dişixulî
Na na wele ji êvarê
Heta şefeqa serê sibê
Di nava ciyê xwe de xew nekirî
Ji şeveqa tarî de
Min bala xwe dayê
Mîna carê caran
Delalîkê dilê min
Ji orta mehelê hato
Saqoyê wî di nava milê wî de bû
Li bayê bezê di êşîka
Derê mala bavê min ra dibuhurî
Rebiyo qurba bê lome be
Min ê heta kambaxa pencerê vedikir
Zûka derbas dibû
Bi qandî gêrîkî
Çerxiya paniya qondera rastê
Pêmalo ji min ve xuya kirî
Mêrdewana mala bavê min
Sî û pênc derece bû
Wê gavê pêxwas û serqot
Min ê xwe berda xwarê
Na na wele ew şûna ku
Delalîkê dilê min pê lê kiribû
Erda havînê min ê
Hema devê xwe kirî
Ji hal û demê xwe re maçî kirî
Gelekê mîna cemaeta hazir godara
Wê gavê derdiketin derve
Ji min re digotin Hebo
Bila mala bavê te xera be
Vê sibê çi bûye çi ciriyaye
Tu yê li orta meydanê
Xwe ji dîn û îman kirî
Min ê digo gundîno malîno
Xwedê hebîna
Hûn ê loman û gazina
Ji min nekin
Derdê dilê min
Pur î zorî çetîn e
Ji mintirê ez vê gavê
Li ser Girê Erefê
Wextê nimêjê hatî
Min nimêja xwe kirî
Meka mukerem Medîna munawer
Li qarşî çavê min e
Li pêşiya temamê hecaca
Ez ê ji xwe re
Çûme kevirê hecerul eswed
Min ê destê rastê avêtê
Rebiyo qurbano
Ji hal û demê xwe re tewaf kirî

17. ŞERÊ MALA ÛSUVÊ SEYDO Û SIDÎQÊ LAWÊ MUSTEFA BEGÊ

(DESTANA SER MÊRXASIYA MALA ÛSUVÊ SEYDO)

Ji desteyên fedayî yên Cemiyeta Xoybûnê Seydxan, ligel hevalên xwe ji aliyê Serhedê ve tên ku
derbasî binxetê bibin. Sidîqê lawê Mustefa Begê ku alîgirê eskeriyeya Turk e, dikeve pêşiyê. Çavê vî
xweşmêrî lê ye ku Seydxan tevî çekdarên wî dîl bigre bibe teslîmê eskerên Turk bike. Bi vî awayî
hinekî şerefê (!) bi dest bixe. Ev bi tivingan dikevine ber hevudu. Pêşî Seydxan bang li Sidîqê lawê
Mustefa Begê dike dibê ji pêşiya me rabe, tu meseleyeke me bi hev re tune. Em û eskerê Turk ji hev
re neyar in, em naxwazin xwîn birije di nava mêrikê serhedî de.
Sidîqê lawê Mustsfa Begê godarî nake. Berê tivinga xwe dide fedayiyan û dike ku wan bikuje. Ji
canib Xwedê ve fîşeka wî qelp dertê. Berxên Mala Ûsuvê Seydo lê didin lawê Mustefa Begê li devê
derê qesra Hecî Mûsa Begê dikujin.
Ev klam ji aliyê mijara xwe ve epîk e, lehengî ye. Dibe ku ji cureyê wêjeyî yê vê kilamê re
bibêjin “destan”. Bi dîtina me, heke em navê “Destana Mala Ûsuvê Seydo” li vê berhemê daynin dê
ne xelet be. Jixwe destanên bi vî rengî ne hindik in di dîroka gelê Kurd de. Ji aliyê ristina rêzan,
pîvana kîteyan, awayên qafiyeyê û teşeyê nezmî ve jî, digel xweş li pey hev û du rêzkirina rêzan jî,
şayanê destanê ye.
Ji devê dengbêjan bi awayekî pur seyr hatiye ristinê. Dema em bala xwe ji hêla şêwaza wêjeyî
ya gel ve didine teşe û teherê gotinan, em dimînin matmayî. Gotinên kilamê hem ji devê dengbêj
ve, hem jî ji devê lehengên bûyerê ve hatine rêzkirinê.
Lehengên bûyerê, lehengine dîrokî ne. Bûyer bi xwe jî, ne bûyereke ji rêzê ye. Bûyereke dîrokî ye.
Bûyereke ku dîroka me ya neteweyî eleqedar dike, ji hilberîna wêjeya Devkî ya gelî re, bûye
navgîneke rêzkirina gotinê. Jiyana gel a malxerabî, ku pîrên me jî re dibêjine “benikê riziyayî” bi vê
destana dîrokî, radixîne ber çavan.

Mijara ser lehengiya van mêrxasên Mala Ûsuvê Seydo, bi şêwazeke ku hem pexşan e, hem jî
nezm e hatiye hunînê. Jixwe ev awa, di kevneşopiya berhemên wêjeya Devkî ya gelî de, li nava
gelên din ên cîhanê jî diê dîtinê. Helbest, heta mijara bûyerê diajo, li rêzan diajo, ji hev û du
naqetîne.

Axawo wa axawo axawo


Ê Lê bavê bavê mino
sahera sibê ye
Wezê bi diyarê tayê Taloriyê
Kevirê Kelereşê kêşa
Newala Seyda ketime
Sive ye ji kula dilê min û te re
Wa me li ger e
Na na wele ez vê sibê
Bala xwe didimê
Min dî Selefê refê siwara
Ji jêr de derketine
Siwarê pêşî tim û daîma
Namluya tivinga xwe dajo ji pê re
Bi leqaba Kurmanciyê
Ji wî siwarî re
Dibêjin berxê Mala Ûsuvî
Seydxanê Kwer e
Lê şer û şurtê vî xweşmêrî
Li dunyayê gelek hene
Roja şer û yoxilmê gran
Bi sonda qesemê
Li orta meydanê mêra dikuje
Nahêle kesekî
Di kozika xwe de tevbigere

Min dî Seydxan
Bi sê dengan dikir gazî
Lo lo lawo Sidîqê lawê Mustefa Begê
Em ê mehkum û firar in
Barê me qaçax e
Ji bona xatirê Xwedê
Wele berê me li Frengistanê ye
Hema destê min e li dawa te be
Destê te li dawa hezretî pêxember be
Lo lawo li vî welatê Serhedê
Tu yê qetil û qutûlê bi me nekî
Tu yê pêşîka firarê me berdî
Lo bira paşiya qaçaxê me here

Sidîqê lawê Mustefa Begê


Li berxê Mala Ûsuvê Seydo
Bi sê denga dikir gazî
Lo lawo Seydxano wele nabê
Bi sî cuzû Quran kim nabê
Bi Şêx Badînê Erza Dudûkê
Bi Tekmanê Gola Nadûkê
Bi Ziyareta Qolî Baba kim nabê
Min ê sond xwarî
Bi sonda telaqê cotê xanima
Wî lo cotê xanima
Wele qaçax û firarê
Mala Ûsuvê Seydo bêqetl û qutul
Bi ser min de
Hay lo derbas nabê

Gidî wî axawo axawo waxawo


Axawo axawo axawo
Axawo axawo wey axawo
Hêla bavê bavê mino
Sahira sibê ye
Wez ê bi diyarê tayê
Taloriyê Kevirê Kelereşê
Kêşa newala Seyda ketime
Sibe ye ji xemanê dilê min û te re
Wa biçem û kanî
Seydxan bi sê denga dikir gazî digo
Lo lo Tewfîqo
Silhedîn Elîcan û Fersende
Hûn ê beşera çavê bavê min in
Ji mêra mêrê çê ne hûn ê
Destê xwe bavên qevdê
Milê mîratê modoliya
Em ê mîna carê caran
Bi hevdu re lê xînin bi mêranî
Na na wele ji Xwedayê min ve
Aza û besîr e
Me kir nekir vî xwiyê la mekana
Me yê xwe ji destê beg û beglerê
Kurmancê vî welatî dernanî
Lo lo bra Tewfîqo lo bra
Serê vê sibê li orta meydanê
Ji kuştina Sidîqê
Lawê Mustefa Begê re
Hay lo ca tu çawan î

Wele divê hê gotin di devê vaya de


Van xweşmêra destê xwe avêtin
Baxê van mîratê fîşenga
Pakêtê xwe deranîn
Li devê derê
Qesra Hecî Mûsa Begê
Siwara dest bi dest
Devê mîratê modoliya
Bi hev ve danîn
Wele qapsûna fîşeka Sidîqê
Lawê Mustefa Begê qelp kir
Ji canim Xwedê ve
Mîratê derba xwe hilnanî
Berxê mala Ûsuvê Seydo
Li nava meydanê derbekê
Li eniya wî dabû
Qapaxê serê wî bi carek hilanî
Bi sê denga dikir gazî digo
Kero helhel ez bavê te
Gula Mala Ûsuvê Seydo me
Şan û şûtê me
Li dunyayê gelek hene
Em ê daîma mêra
Li orta meydanê dikjin
Hay lo ca bi mêranî

( serê vê kilamê bi van malikan dest pê dike di bandê dawiyê de)

Gidî wî xawo axawo


Axawo axawo wey axawo
Êlê berxê bavê mino
Egîto xweşmêro yarimşawo
Nav û dilê ji hesin e
Beden û gurçikê te ji polawo
Le mehkûmo firaro eşqiyawo
Ketiye serê dax û çiyaywo
Le îsal çendik û çend salê te qediyawo
Tu ê ketiyê pêşiya
Eskerê yedincî qolordiya Diyarbekir
Sê alahiyê Mûşê
Pênc çetê Bilîsê
Firqa vê Tetwanê
Berxê bavê mino
Çima nereviyawo
Axawo de mere berxê bavê mino
Giran e şerê
Beg û begler û kurmancê
Welatê me xayin e
Bitaqîb e çima ji me venagere

Gidî wî axawo axawo


Axawo axawo wey axawo
Êlê bavê bavê mino
Sahera sibê ye
Ez ê bi diyarê Tayê Taloriyê
Kevirê Kelereşê
Kêşa newala Seyda ketime
Sibe ye ji xemanê dilê min û te re
Lo wa ye me li ger e
Na na wele sibe ye
Min bala xwe dayê
Min dî selefê siwara
Ji jêr da derketin
Serê siwarê pêşî siwarekî serxweş e
Tim û daîma navluya tivinga xwe
Dajo ji pê re
Bi leqeba kurmanciyê
Jê re dibêjin
Berxê mala Ûsuvê Seydo
Seydxanê Kwer e
Le şane û şûtê vî xweşmêrî
Li dunyayê gelek hene
Roja şer û yoxilmê giran
Li orta meydanê
Tim û daîm dikeve
Pêşîka çar alayê eskerê Romê
Lo bavo mêra dikuje
Nahêle kesikî di kozika xwe de tevbigere

Min dî Seydxan bi sê dengan dikir gazî


Li Sidîqê lawê Mustefa Begê
Digo lo lawo malxerabo
Em mahkûm û firar in
Barê me qaçax e
Ji êvar de berê me ye
Li xeta Firengistanê ye
Hema destê min ê li dawa te be
Destê te li dawa
Hezretî pêxember be
Lo lawo li vî welatê Serhedê
Tu ê qetil û qutûlê bi me nekî
Wele tu ê pêşîka siwarê
Mala Ûsuvê Seydo berde
Îro bira pêşiya qaçaxê me here

Sidîqê lawê Mustefa Begê


Bi sê denga dikir gazî
Digo Seydxano wele nabe
Bi sî cuzu Quran kim nabe
Bi Şêx Badînê Erza Dudukê
Bi Tekmanê Gola Nadukê
Bi ziyareta Qolî Baba kim nabe
Min ê îro sond xwarî
Bi telaqê cotê xanima
Qaçax û firarê Mala Ûsuvê Seydo
Bêqetil û qutûl bi selametî
Bi ser min re derbaz nabe

Axawo de mere
Berxê bavê mino giran e
Şerê beg û begler û kurmancê
Welatê xayin e bitaqîb e
Çima ji me nagere

Gidî waxawo axawo


Axawo axawo wey axawo
Erê bavê bavê mino
Sahira sivê ye
Ez ê bi diyarê Tayê Taloriyê
Kevirê Kelereşê
Kêşa newala Seyda ketime
Sive ye ji xemanê dilê min û te re
Lawo şer e li birinciya
Na na wele sibe ye
Min bala xwe dayê
Esker giran e derketiye
Ji Vartoyê ji Gumgumê
Ji Xelatê ji Welcewazê
Ji qolordiya Wanê
Bi makîna bi cemsa bi cîba
Ji êvar da bi ser me de dikişiya
Na na wele min bala xwe dayê
Li pey me dibû
Leqeleqê waxirmakîna
Hurmînê gulê topan
Nalînê birîndara
Ji êvar da di biniya me da
Tê şîrqînê mîratê çapiliya
Na na wele min dî
Seydxan bi sê denga dikir gazî
Digo lo lo Tewfîq û Silhedîn Elîcan
Hûn ê beşera çavê bavê min in
Ji mêra mêrî çê bin
Hûn ê destê xwe bavên
Qevdê mîratê malmanîka
Mînanî carê cara
Xwe bigihînin xendeqê
Mîna cara şewitî Erkîtebiyayê
Na na wele li jorê
Ji Xwedayê min ve eza û besîr e
Me kir nekir
Bi hêvî û lomekaran
Me xwe ji destê
Beg û begler û kurmancê
Welatê bênamûs dernanî
Hema bira temîniya min li we be
Hûn ê berê tivingê xwe
Nedin bejn û bala eskera
Eswker gune ne emîqulî ne
Kurê xelqê ne
Lawo çavê dê û xwing û
Nîşanliyê wan li rê ne
Hema hûn ê vê sibengê
Berê tivingê xwe
Bidin bejn û bala
Teresê zabita
Yuzbaşiya bînbaşiya qumandara
Pê da pê da teketekê şirîtliyê

Min dî Silhedîn
Bi sê dengan dikir gazî
Digo lo lo Seydxan bînbaşiyê lawika
Bila mala te xerav be
Serê siba Xwedê da
Ez bala xwe didimê hisa te nayê
Borîna te mîna carina nayê
Ez ê nizanim vê sibê
Li orta meydanê
Serê kekê min çi hatiye
Lawo dîsa çi ciriyaye

Min dî Seydxan
Bi sê dengan dikir gazî
Digo lo lo Silhedîn
Tu beşera çavê bavê min î
Min ji te re go
Tu xwe şaş meke
Xwedayê min pê zane
Ji êvara Xwedê da
du hev elemanî sê hev modalî
Ji xwe re li orta meydanê
Sekinîne diçiriya

Axawo de mere
Berxê bavê bavê mino giran e şer e
Le beg û begler û kurmancê
Welatê xayîn e bitaqîb e
Çima ji me nagere

Gidî wî axawo axawo wey axawo


Erê bavê bavê mino
Sahira sibê ye
Ez ê bi diyarê Tayê Taloriyê
Kevirê Kelereşê newala Seyda ketime
Sibe ye ji xemanê dilê min û te re
Dîsa şer e bimêrg û kanî
Nana wele sibe ye
Min bala xwe dayê
Esker giran e derketiye
Ji Vartoyê ji Gumgumê
Ji Xelatê ji Welcewazê
Ji qolordiya Wanê
Bi makîna bi censa bi cîba
Hatin ser Tayê Taloriyê
Sibe ye erd hilanî

Min dî Seydxan
Bi sê dengan dikir gazî
Digo lo loTewfîq û Silhedîn Elîcan
Hûn ê beşera çavê bavê min in
Ji mêra mêrî çê bin
Destê xwe bavên
Qevdê mîratê vanmalîka
Mînanî carê cara
Em ê bi hevdu re lê xin
Ca bi mêranî
Na na wele li jorê
Ji Xwedayê min aza û besîr e
Me kir nekir
Bi hêvî û lomekaran
Me xwe ji destê beg û begler û kurmancê
We ni bênamûs dernanî

Seydxan bi sê dengan dikir gazî


Digo lo bira Tewfîqo
Di bextê namûsa te da me
Hema serê vê sibê
Li orta meydanê
Ji kuştina Sidîqê
Lawê Mustafa Begê re
Hay lo ca tu çawan î

Divê hê gotin di devê vaya de bû


Van xweşmêra destê xwe avêtin
Baxê mîratê fîşekan
Pakêtên xwe deranîn
Li devê derê qesra
Hecî Mûsa Begê
Siwara dest bidest
Devê mîratê modaliya
Havo hevo bi singan ve danîn
Qapsûna fîşeka Sidîqê lawê
Mustefa Begê qelp kir mîratê
Ji canip Xwedê da
Çima derba xwe hilnanî
Tewfîqê birê Seydxan
Berxê Mala Ûsuvê Seydo
Li erefa nîvê meydanê
Derbekî li nîvê eniya wî dabû
Qapaxa serê wî bi carek hilanî
Heyla lê dayê li ser meyitê wî sekinî
Sê cara nav li xwe dida digo
Kero helhel ez bavê te
Gula Mala Ûsuvê Seydo me
Le şane şûtê me
Li dunyayê gelek hene
Gurê serê çiya ne
Li hemberê dorduncî ordiya ne
Heyla li vê erda xerîv û nenas
Em ê tim û daîm
Qebraxê mîna te
Li orta meydanê
Bikujin ca bi mêranî
Axawo de mere
Berxê bavê mino giran e şer e
Le beg û egler û kurmancê
Welatê me xayîn e bitaqîb e
Çima ji me nagere

18. QENDÎLA MIN

Cureyê vê, ji aliyê hunerî ve stran e. Kê ev çê kiriye ne diyar e. Ji stranên weha re gelêrî diê
gotinê. Teşeyê helbestê yê nezmî çarîn e. Bi pîvana kîteyî hatine ristinê rêzên berhemê. Herweha
qafiyeya wê jî, hema hema giş bi heman peyvan hatiye tekûzkirinê.

Qendîl û qendîl û qendîl


Qendîl û qendîlê min
Qendîl û qendîl û qendîl
Kubar ka mendîlê min

Wer welatê min bi teyare


Qendîl û qendîlê min
Wer welatê min bi teyare
Kubar ka mendîlê min

Peya bûne li ser minara


Qendîl û qendîlê min
Peya bûne li ser minara
Kubar ka mendîlê min

Dikim hene li yara


Qendîl û qendîlê min
Dikim henekê li yara
Kubar ka mendîla min

Hatim kilê te bazir kim


Qendîl û qendîlê min
Hatimkilê te bazir kim
Kubar ka mendîlê min

Çima ez bextê xwe xera kim


Qendîl û qwendîlê min
Çima ez bextê xwe xera kim
Kubar ka mendîlê min

Heva kilê te bi hezar kim


Qendîl û qendîlê min
Heva kilê bi hezar kim
Kubar ka mendîlê min

Wer welatê min bi dolmîşê


Qendîl û qendîlê min
Wer welatê min bi dolmîşê
Kubar ka mendîlê min

Cotê zerya dane şîşê


Qendîl û qendîlê min
Cotê zerya dane şîşê
Kubar ka mendîlê min

Ketim tora vê dergûşê


Qendîl û qendîlê min
Ketim tora vê dergûşê
Kubar ka mendîlê min

Hat welatê min bi tengerê


Qendîl û qendîlê min
Hat welatê min bi tengerê
Kubar ka mendîlê min

19. WER HINE

Cureyê xwe stran e. Mêjûya xwe ne belî ye. Gelêrî ye. Di dawetan de, dema destê bûkê an
destê zavê hine dikin, li ser serê wan diê gotinê. Pîvana helbestê pîvana kîteyî ye. Teşeyê wê yê
nezmî jî çarîn e. Qafiyeya wê, zengîn e.

Hine hine hine hevalê


Hine hine hine delalê
Êvara hinê yo hevaê
Êvara hinê yo delalê

Bûk hatî hewşê yo hevalê


Bûk hatî hewşê yo delalê
Şewtî dilkê dê yo hevalê
Şewtî dilkê dêyo delalê

Hine hine hine hevalê


Wer hine hine delalê
Hine hine hine hevalê
Wer hine hine delalê

Hine di deştê kin hevalê


Hine di deştê kin delalê
Bi kulça avê lê kin hevalê
Bi kulça avê lê kin delalê

Li destê zavê kin hevalê


Li destê zavê kin delalê
Li koma dorê kin hevalê
Li koma dorê kin delalê

Wer hine wer hine hevalê


Wer hine wer hine delalê
Hine hine hişne hevalê
Hine hine hine delalê

Hineka Diyarbekir hevalê


Şewitiya Diyarbekir delalê
Ecila me çê kir bi şîr û şekir hevalê
Çê bû bi şîr û şekir delalê

Destê zavê vekin hevalê


Destê zavê vekin delalê
Li koma dorê kin hevalê
Li koma dorê kin delalê

Wer hine wer hine hevalê


Wer hine wer hine delalê
Wer hine wer hine hevalê
Wer hine wer hine delalê

20. WEY DOLABÊ

Ev berhem jî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, stran e. Gelêrî ye. Di dawetan de diê gotinê. Bi
pîvana kîteyî hatiye hunandinê. Teşeyê nezma wê jî çarîn e.

Wey dolabê dolabê


Min bi heyrana dolabê
Wey dolabê dolabê
Min bi heyrana dolabê

Dolaba ji tara darê


Wey dolabê dolabê
Dolaba ji tara darê
Min bi heyrana dolabê

Min ristî ji hiriya karê


Wey dolabê dolabê
Min ristî ji hiriya karê
Can dolabê dolabê

Keçikê ku da derî
Wey dolabê dolabê
Xweşikê ku da derî
Can dolabê dolabê

Doza Huseynê Farê


Wey dolabê dolabê
Doza lawikê Farê
Can dolabê dolabê

Ha bi dolabê dolabê
Wey dolabê dolabê

------ -(ev dera stranê bi kilamkî diê gotinê.)

ay lê sebrê min go
navê delalîka dilê min Elîf e
min bi heyranê devlikenê
fîstansorê dorqedîfe
na na wele gava
berê meriv dikeve
mala bavê delalîka dilê meriv
mîna berê meriv têkeve
Meka mukerem Medîna muawer
erdê muqedes topraxê Şamêşerîf e
ax eman eman eman lê sebra min î
_____
ay dolabê dolabê
way dolabê dolabê
wey dolabê dolabê
min bi heyrana dolabê

seriya malê me bidar e


ay dolabê dolabê
biniya malê me bidar e
can dolabê dolabê
karwan têye bi xar e
wey dolabê dolabê
karwan tê ye bi xar e
can dolabê dolabê

barê karwan hinar e


wey dolabê dolabê
barê karwan hinar e
can dolabê dolabê

eger dema te hebe


wey dolabê dolabê
eger dema te hebe
can dolabê dolabê

dunya gişt dost û yar e


wey dolabê dolabê
dunya gişt dost û yar e
can dolabê dolabê

21. DESTANA SER “YADOYÊ DIMILΔ

Wateya vê kilamê pur û pur zêde ye. Dengbêjê me ev kilam, ji kê derê bidest
xistiye zav meraq dikim. Bi rastî kesî ku serpêhatiya vê kilamê bigota min, tenê Xwedê dizane ka dê
çendîn kêfa min bihata. Di kilamên Kurmancî de ew çend li
ser Dimiliyan gotin naêne stranê. Her çendî di serhildana Partiya Azadiyê de, ciyê lehengên xelkê
Dimilî zav mezin e jî, dîsa meriv rastî kilam û lawijên ser mêrxasiya gelê Dimiliyan naê. Gava ez
çav bi navê “Yadoyê Dimilî” ketim, tavilê bi tundî ramiyam. Çavkaniyeke ku ez pê de biçûma nîn
bû. Mala Xwedê ava û mala televizyona me ava be. Di bernameya “Welatê Me Kurdistan “ de ez
rastî vê yekê bûm. Êdî kêf li min bû berî.
Yadoyê Dimilî, mêrxasekî dewra Şêx Seîd e. Di pey têkçûna têkoşîna neteweyî ya Partiya
Azadiyê (PA) de ku di salên 1925 an de qewimî bû, Yadoyê Dimilî, terka çiya nedabû û şerê xwe li
dijî dagirkerên Kemalîst ajotibû. Di pey dîlketina serokê serhildanê de, ew xwe radestî dijminan
nake. Bi lehengiyeke şanaziyane li ber xwe dide. Çi heyf e ku bi bextereşî diê girtinê û kuştinê.
Gonîka jêrîn û jorîn herêmên bajarê Çewlikê ne.
Cureyê kilamê lawij e. Bi qafiye ye. Xwedî teşeyê nezmeke nêzî pexşanê ye. Herweha pîvana
berhemê jî serbest e. Diê gumankirinê ku gotinên wê, ji devê jinan hatibe girtinê.

Nemînim nemînim nemînim ji te re


Wele tu yê darê dîwanê belê
Komê xulam û xizmetkara cotê xanima
Qesr û qonaxê Gumguma kamil
Bêxwedî bihêlî ji kê re
Weyla waxawo şereka li me çê dibû
Li Gonîka jêrîn û jorîn
Li serta Somerê
Hafa Qizilçubuxê ma bikele ye
Na na wele min ê
Bal û dêhna xwe berdayê
Min dî ji êvara Xwedê da
Li ser serê peyayê mala Xelîl
Dîsa şer e qal û qewxe ye
Na na wele li min porkurê
Min go giran e dengê mîratê
Bêşatêşan û gawursustema
Ji êvar da ketiye Gonîka şewitî
Helfê çiyê ji pê re
Bûye law xelxele ye
Bira kula Xwedê bi sê kul be
Têkeve berê Reşîtê lawê Serhed
Sebeba şeytanê dunyayê
Derbekê bera bedena
Bavê Silhedîn gula xorta dabû
Na na wele Xwedayê min pê zane
Li erefa meydanê
Sekinî Yadoyê Dimilî
Siwarê Nîgarê kilê çavê
Têliyê tevî şahê xorta
Teyrê ecelê Sadûn e law bêselhe ye

Weyla waxawo şereka li me çê dibû


Li Gonîka jêrîn û jorîn
Wele li seksa Somerê
Hafê her du ava
Li xopana Qizilçubuxê
Me bi dar û bî ne
Minê vê sibê
Bal û dêhna xwe berdayê
Min dî qeflekî
Siwarê mala Xelîl
Wele vê sibê siwar e
Ketine hafê çiyê
Ji xwe re ge dixarînin
Law ge dilezînin
Bira kula bi sê kul be
Têkeve berê mala
Reşîtê lawê Serhed
Derbekê bera bedena
Bavê Silhedîn dabû
Wele ji êvar da
Bi du gula birîndar e
Halê wî tu nîne
Min bala xwe dayê
Li erefa meydanê sekinî
Yadoyê Dimilî siwarê delû Nîgarê
Kilê çavê Têliyê
Tevî şahê xorta
Teyrê ecelê Sadûn e law çavhêşîn e

22. DESTANA SER FERSENDE BEGÊ KU LI ÎRANÊ QEWIMIYE

Ji desteyên fedaî yên Cemiyeta Xoybûnê Fersende Beg, bi awayekî berê xwe dide aliyê Îranê. Li
wê derê eskerê Ecem li hemberî wan dertên. Şer derdiê. Dengbêjên herêma Serhedê li ser lehengiya
wî û hevalên pê re kilamên pesindarî gotine. Yek ji wan kilaman jî ev e. Hevalên bi Fersende Begê
re, Keremê Qolaxa û Xalisê Ûsuv Begê ne. Jixwe ev Silêmanê Ehmed, malbavanê Fersende Begê ne.
Vêca Bavê Kazo ku hatiye hawar û gaziya Fersende Begî kî ye, heta nuka em pê serwext nebûne.
Heman kilam ji aliyê geleg Dengbêjên dinê ve jî, bi newayên rengecihê tê gotinê.

Axawo li min li min li min li min


Heyla lo mîro şereka li me çê dibû
li hewşa Serayê
Qalekî giran li me daketiye
li kavilê Emir Tumana şewitî
Vê sibê dîsa
li semta vê kaniyê
De na na wele
min ê vê sibê
bal û dêhna xwe berdayê
Min dî ji êvara Xwedê da
Li ser kozik û meterisê
Silêmanê Ehmed
Keremê qolaxa
tevî Xalisê Ûsuv Begê
Wele xweş tê
dengê mîratê topan û mîtrelosa
Cebilxanan û gawursustema Hermaniya
Dibû gurmîn nalîn û zarîna vê boriyê

De hûn ê lê xin
de bavê bavê mino hûn ê lê xin
Rabe kekê mino hûn ê lê xin
Hûn ê destê xwe
bavêjin qayişê mîratê
gawursustema Qondaxê
modalîka çar tiliya li erdê xin
Wele hûn ê şemdana
bitefînin mûma vêxin
De na na wele
Xwedayê min pê zane
Ji berê û berê da
mehkûm firarê destê
Roma teres in
Xalisê dînê xwe ne
canfîdayê mala şêx in

Axawo li min li min li min li min


Lo lo lo mîro şereka
li me çê dibû li hewşa Serayê
Qelekî giran li me daketiye
li kavilê Emirtumana şewitî
dîsa li hember e
De na na wele wez ê vê sibê
bal û dêhna xwe didimê
Min dî ji wêvara Xwedê da
Li ser kozik û meterisê
Silêmanê Wehmed Keremê Qolaxa
tevî Xalisê Ûsuv Begê
Xweş tê dengê
mîratê topan û mitrelosa
Cebilxanan û gawursustema hermanliya
Vê sibê min yeqîn e şer e
De na na wele min dî Besnayê
Wê gavê li erefa nîvê meydanê
Bi sê denga li Fersende dikir gazî digo
Lo lo Fersende te malikxerabo
Ocaxê te korbûyo
wele wezê Besra me
qîza Eliyê Ecem
qîza heft bavê çê me
Wez ê dergûşa ser destê xwe
bikim qurbana nav û namûsê Mala Emer e
Ez ê çi bikim
Bavê Kazo sond xweriye
bi sondê temam
Hetanî serê şahê Îranê
papaxreşê qeceran jê nekim
Tu carî venagerim
mîrê min de yo yo

(TÊBINÎ: Ev kilam bi du awayan ji devê dengbêj hatiye girtinê.)

23. KILAMA SER MALA ÛSUVÊ SEYDO KU LI BISMILÊ ŞER DIKIN


Tewfîqê ku birayê Seydxanê Kwer e, li Çiyayê Taloriyê, bi xayintî, ji hêla Mala Emerê Mihê ve,
ku eşîra Xiyaniyê ne, diê kuştinê. Zar û zêçên wî jî, dîl digrin, didine destê eskerê Turkan. Peyayên
Tewfîq jî, berê xwe didine binê xetê. Li binê xetê Silhedîn çawa ku pê dihese, radibe karê xwe û şerê
Mala Emerê Mihê dike. Li li mala Seydayê Borîzan e. Şêx û axayên fermanlî hemî li mala wî ne. Ev
ji Silhedîn re dibêjin heyra nuha bisekine em hinekî keysa xwe xweş bikin pey re em li çareyekê
bigerin. Silhedîn goh nade tew yek kesî dibê tu çare û mefera ku ez yek rojekê jî bi vê janê îdare
bikim nîne. Dema ev giregir û rûspiyên ha dibînin ku tewş e, Silhedîn ne yê seknê ye, Şêx
Evdirehîm, Şêx Cemîl, teymenê Laz û Şêx Mîsbeh, radibin pê re kar dibin. Berê xwe didine aliyê
Çiyayê Xiyaniyê ku biêne heyfa Tewfîq, ji esatê serê wî bistînin. Lêbelê heta xwe digihêjin Bismilê,
xayin bi wan dihesin, giliyê wan dikin. Şer dertê di navbera wan û esker de, hemî têne kuştinê.
MALÛMATÊN MALMISANIJ...............
Lawij, bi awayekî trajîk li ser lehengî û bêkesiya wan hatiye gerandinê. Ji aliyê mijara xwe ve hem
epîk e hem jî lawijî ye.
Ev kilam ji aliyê gelek Dengbêjên welêt ve, bi newayine cihêreng tê stranê. Guheroyên heman
kilamê jî hene.

Gidî heyla axawo


weyla waxawo heyla waxawo
Weyla dayê bêkesiya şikeftê Kanikê
Geliyê Hesika Deşta Baştagê
Qizilbaşê dora Bismilê
bekçiyê wa ciyê Seletê vê Sînanê
Weyla kula Silêmanê Evdilqadir
Tuba spiyê Silîva
Emerê Mihê Xiya
Di dil de mawo
Gidî heyla waxawo
Wele min go
dilê min evdala Xwedê
Ji dilê metê maqulo gorî
Dilê min evdala Xwedê
ji dilê metê
Min dî sêzde peya
çarde peya derketine
ji axa û axalera
Wele Ji şêxan û ji beglera ji Dirbesiyê
Li min porkurê vê sibê
ji tacdalika binê xetê
Wele van xweşmêra xwe girê dane
Bi çek û sîleh û edalê binê xetê
Heyla li min porkurê
vê sibê ji xwe re
Derbazbûne Turkiyayê serê xetê
Derê heyla lê dayê
Bira kula Xwedê bi sê kula be
Wî lo têkeve berê mala
yuzbaşiyê yedincî qolordiya Diyarbekir
Wele bi eskerekî giran xwe berdane
Girê Heso û Şûjino
li Gola Emo gamêşa
Li Fetê Şewlîkê
li çola Çetelê
li deşta Mereda
Li Newala Zilikê
li kêleka Elodîna
Li navbêna her du ava
Hawara Xwedê
ji êvara Xwedê da derketine taqîbatê

Derê heyla waxawo


weyla waxawo heyla waxawo
Maqulo gorî dilê min
evdala Xwedê dilekî dîn e
Heyla lê dayê rebenê
dilê min evdalê Xwedê
dîsa dilekî dîn e
Bira rebê alemê
mala Silêmanê Evdilqadir
Vê sibê dîsa
li mîrata bigerîne
Hema berê xwe dida
qeza Bismila şewitî
vê sibê ji xwe re
Hêdî hêdî yawaş yawaş
dîsa lawo dilezîne
Heyla lê dayê dîsa
bi ewr axikî li tanga
Mehkûm û xweşmêrê
binê xetê dişidîne
Wele li temamê dar û qereqolê
Bismila malikwêran digerîne
Bi şeveqa serê sibê ra
li ba yuzbaşiyê cendirma
li min porkurê
Mor û îmza lê dixîne
Ê lê Silêmanê Evdilqadir
digo de lo lo yuzbaşiyo
Wele tu yê pirs û sewala
van mehkûm û xweşmêrê
binê xetê ji min dikî
Bi sonda qesemê
tu yê du hev mufreza bişînî
Pey Ûsuvê Rihîmê
Eliyê Şarê bînî
Hawara Xwedê li min porkurê
Wê salixdanê van xweşmêra
îro ji te re bêjin kî û kî ne
De na na wele gava
Silêmanê Evdilqadir wer dibêje
Le yuzbaşiyo lez dike dilezîne
Demir û du dara
rasto çepo dişidîne
Du hev mufreza
dişîne pey Ûsuvê Rihîmê
Eliyê Şarê tîne
Heyla lê dayê
berê van xweşmêra
da qawişê cendirma
Tewlê hespa nezareta di jêrîn e
Na na wele lingê van xweşmêra
dikir qayişê tivinga
Li min porkurê
mîrata qerebaşê
bi ser wan de dileqîne
Wele Ûsuvê Rihîmê
bi sê denga dikir qarîn digo
Lo lo yuzbaşiyo
malikxerabo tu yê
Pirs û sewala van
mahkûm û xweşmêrê
binê xetê ji min dikî
Lo bi sonda qesemê
serekê wan Cemîlê Seyda ye
Wê bi pey re
torinê mala Ûsuvê Seydo Silhedîn e
Lo yê sisiya
torinê Şêx Boka Şêx Mîsbeh
lawê Şêx Nûredîn e
De na na wele
tu yê pirs û sewala
ciyê rûniştina van mahkûman
ji min dikî
Wele ji êvara Xwedê da
wa ne rûniştî ne
Li Girê Heso Şûjino
li Gola Emo Gamêşa
li Fetlê Şewlîkê
Li çola Çetelê
li deşta Meredarê
li newala Dirikê
li kaniya Kolanê
li kêleka Elodîn
Li navbêna her du ava
ji êvar de ji xwe re
di nav zilikan de rûniştî ne
De na na wele
şan û şûtê van xweşmêra
li dunyayê gelek hene
De roja şer û yoxilmê giran
Gava destê xwe
davêjin qevdê mîratê modalîka
qasatora fîdaliya martiliya
Ji erdê hiltînin
Le tim û daîma
alahiya eskerê hukûmatê dişkînin
Hawara Xwedê komê
hevala ji nava şer dertînin

Derê heyla waxawo


weyla waxawo heyla waxawo
Heyla lê dayê min go
dilê min rebena Xwedê dil didayê
Maqûlo darê dilê
min evdala Xwedê
dîsa vê sibê dil didayê
Le bira rebê alemê
bişewitîne mala bekçiyê
wa ciyê Seletê wê Sînanê
Le şeveqa serê sibê ra
berê xwe dane
qeza Bismila şewitî
Li min porkurê
nêzîkî qolordiya Diyarbekir
telefona elam danê
Wele giran e eskerê dewletê
Derketibû yedincî qolordiya
Diyarbekira şewitî malxerabo
Lo lo lawo dîsa bi cebilxane
Wele dibê berê vî eskerî
dane li Girê Heso Şûjino
Li Gola Emo Gamêşo
li Fetê Şewlîkê
li Çola Çetelê
Li deşta Meredanê
li Newala Dirikê
li kêleka Elodîno
Navbêna her du ava
dor li van xweşmêra girtine
Temamê esker ji xwe re
mewziyê xwe kolane
De na na wele bi emrê
Tabûr qumandanî bînbaşî
Divê temamê esker
gava dor li van xweşmêran girtin
Ji xwe re çaralî
bi kibrîtan û çaqmaqan germe didanê
Le meha temûz û tebaxê
orta meha havînê
Tu were min û diyarê
gola vê xwîdanê
Le roja mêraniyê
li meydanê qewimiye
şerê van xweşmêra
Ji derba derbedumanê
nabîne derba vê nîşanê
Le heyla waxawo
weyla waxawo heyla waxawo
Weyla dayê bêkesiya şikeftê
Korikê Geliyê Hesika Deşta Baştagê
Qizilbaşê dora Bismilê
bekçiyê aliyê wî Seletê Sînanê
Wî la kula Silêmanê Evdilqadir
Tûma Siphiyê Silîva
Emerê Mihê Xiya
Di dil de mawo

24. KILAMA SER DILAN

Ji aliyê mijara xwe ve li ser dilketinê ye, kilamkî ye. Ango cureyê vê helbestê kilam e. Xwedî
pîvan, qafiye û teşeyekî nezmî ye. Herçendî ne pîvana kîteyî be jî, pîvana xwe di nava rêzan de heye.
teşeyê berhemê jî, di navbera nezm û pexşanê de ye. Zimanekî gelî yê zelal û xweş, xwe di rêzên vê
helbestê de, rayê me dide. Gotinên vê kilamê hem ji devê lawikî, hem jî ji devê keçikê hatine girtinê.
Bi gotina gelî, ev kilama dilika ye.

Lo lo lawiko min go
bejna zirav e ji dara sêvê
Were li min ji dara sêvê
Lê dayê li min ê
min bala xwe dayê
kubarê binê malê
Ji orta mehelê
derket û saqoyê wî yê
li nava milê wî da bû
Simbêla palekirî pêl bi pêl bûye
xwe berdaye lo ser yan e
Bira rebê alemê
biqedanda muradê muradxwaza
Der û cîrana heval û hogira
ê min û qama kinik bejna zirav
Ji pazdê meha Gulanê
bi şûnda şeş meha yek carekî
Heyla lê dayê rebenê
wexta çêlek danê
sibê pez hatiye
Ax tevî berîvana ser delavê
Ax lê eman gidî
hey lê xayino Xemê

Lê lê Dîlber heyra
min ê digo sibe ye
Min dî vê sibê
ref hatine ax lê lê bi giranî
Gidî li min lê bi giranî
Lê dayê rebenê
min bala xwe dayê
Min dî vê sibê
xwe berdane Çemê Cizîra Bota
li zozanê bavê gewra min danî
Heyla lê dayê rebenê
sibe ye min bala xwe dayê
Min dî kubara min î malê
rabûye ji Birca Belek
Min dî xwe leqand û
heyla lê dayê rebenê
cotê satil li erdê li xwe hiltanî
Li erdê binîka mala
bi dizîka li min disekinî
Min dî çembilê xwe
leqand û çav û biriyê reş û belek
ji mi re ax lê bir û hanî
Digo lo lo lawiko
bira kula Şamê Helebê
di mala qebraxê bavê te keve
Kanî soz û bextê
min û te sala par vî çaxî
Bona xatirê dilê rezîl
ax lo me berdanî
Hema te yê kirî terka
bejna min a zirav
kilê li çava
xopana gundê me ra
Ez ê ji kotî heramî
jindokî mêrê xirav
ax lo dilo rezîl bûm kevanî
Ax weman eman gidî weman

Lo lo lawiko min go
sibe ye min dî
roka gundê me
hilat û ax lê lê silavê
Min bala xwe dayê
gundiyan û maliyan
sîtil û teştê xwe hilanîne
Berê xwe dane mehela jêrîn
Kaniya Jina kirasşoyê
cilşûştinê ax lo li baravê
Xelkê cilê delalîkê dilê xwe
dişo bi sabûnê bi gulavê
Wezê cilê bêmalê dilê xwe
bişom bi bêhna misk û emberê
Çîçekê buharê bêxwedîka
ax lê lê xunavê
Eger ji gamêşê
kar û xezalê gundê me neba
Min ê sî şêbiskê xwe ji te re
şe bikira berda nava
cotê memika heta navê
Eger xelkê bigotana
Dîlberê malikxerabê
çi bû çi ciriya
Min ê bigota gundîno malîno
Xwedê hebîna hûn ê
loman û gazinan ji min nekin
derdê dila gelekî zor e
Ji bona xatirê wê xeberê
wê gazinê xwe lê wê sinayê
Xweda min ê
bi rehma xwe ne
mîna carê cara
Ez ê qasekî li kêleka
qama kinik bejna zirav rûniştama
Ji êvarê heta kasima şeveqê
sitêrka sibê ax
lo li me bavê
Ax weman eman gidî weman

Lê lê Dîlber heyra min ê


digo payiz e min dî ewran
li esmana serê xwe deranî
Lê dayê rebenê
min bala xwe dayê
serê çiyayê û deşt û zozan
Dar û devî spî bûne
ji xwe re ji berfê kemer danî
Ez ê bi qurbana
bejna te ya zirav
dev û lêvê
çav û birûyê reş û belek bibim
Çi hewce ye ku îro
kila Subhanî jê ra
bûye ax lê lê bargiranî
Ax weman eman hey lê lê
wez fermanlî me lê
ez qaşkolî me
Xelkê heyr û muheyirê
mal û milkê dunyayê dunyalikê
Wez ê bi qurbana bejna zirav
dev û lêvê
çav û birûyê reş û belek bibim
Fîstanê qedîfe qîza malxeraba
wê dozbenda ax dormalî me

25. DESTANA SILOYÊ SANIKÎ

Ev helbesta seyr, li ser mêrxasî û jêhatîbûna Mala Tûjo ye. Di navbera giregirên bi navê Ehmed
Begê û hevalê wî Selaman Begoyî û Mala Tûjo de şer derdikeve. Mala Tûjo li aliyekî ne; Ehmed
Begê digel Selman Bego jî li aliyekî ne. Li aliyê Mala Tûjo, mêrxasekî bi navê Siloyê Sanikî heye.
pê re jî eskerên wî hene. Gotinên pesindanê, bi giştî li ser lehengiya Siloyê Sanikî û eskerên wî ye.
Cureyê wêjeyî yê vê helbestê, herçendî nêzî gotinên lawijî be jî, em dikarin bibêjin ku bêtir nêzî
cureyê wêjeyî yê destanî ye.
Pîvan, qafiye û nezmê berhemê jî, di dirûvê Wêjeya Devkî de ne. Teşeyê vê helbestê yê vê
helbestê, nêzî pexşanê ye. Di navbera teşeyê nezmî û pexşanî de ye.

Derê hayla hayla lo bira


Wî de lê lê dayê dêranê sibe ye
Wez ê bi diyarê
Qurîngolê bi Neferê diketim
Min bala xwe dayê
ji êvar de giran e
bi ser me de bîna libes e
Ehmed Begê
bi sê denga dikir gazî digo
De lo lo Selman Bego
serê bîst û yek bavê min bi qurban be
Le tu bala xwe bidê vê sibê
Dengê nalînê birîndara
li hafa bavê min lo
li semta rê tê
Birawo mere serê xwişkê
bi qurbano dîsa giran e şer e
Lo lo keko lo bira
min ji te re nego
tu mere serê wî tehtikî
Hirşê devgeniya gamêşê golgeniya
Her çî di nava gorî
berana de berx e ma lo
Na na wele li orta meydanê
Gava çavê meriva
bi çavê vî zalimî dikeve
Ez ê ji we re
sond bixwim bi sonda qesemê
Mîna bîhna sekerata mewtê
li pozê meriv bixe
Li orta meydanê meriv
ezraîlê xwe bi çavê serê xwe bibîne
Birawo mere
serê xwişkê bi qurbano
dîsa giran e şer e
Lo lo keko lo bira
min ji te re nego
Tu mere şerê Siloyê Sanikî
Kesê ku here şerê Siloyê Sanikî
Ez ê ji te re
sond bixwim bi sonda qesemê
Ji mala xwe da
bi kêf û şahî derê
Wî lawo bi selametî venagere
lo were mere

Derê hay lo hay lo hay lo bira


Wî de lê lê dayê dêranê sibe ye
Wez ê bi diyarê Qurîgolê
bi Nefelê diketim
Min bala xwe dayê
sura bayê bûna ji xetê
Ji êvar da bi ser me da
helan e dîsa dilîlîne
Ehmed Begê bi sê denga
dikir gazî digo
De lo lo Selman Bego
serê bîst û bavekî min bi qurban e
Le tu yê vê sibê rabe
dîsa zû bike bilezîne
Kihêl û malekiya ji tewlê bikişîne
Teng û berê wan bişidîne
Wele tu yê standarta kekê xwe
di biniyê wan de bîne
De tev nede
dayika me axtiyar e
li aliyê malê raza ye
Berxê bavê mino
tu ê vê sibê şiyar meke
Lo lawo vî şer
û talanê giran mehesîne
Lo lo keko lo bira
serê siba Xwedê da
Ez bala xwe didimê
dengê van tivinga
dengê tivingê zarûk û marûka ne
Wele dengê van tivinga
dengê tivingê Mala Tûjo şerekî giran e
Şerê Siloyê Sanikî
hirçekî bi sê birîn e
Lo lo keko lo bira
wele kesekî nizane
nîşanê eskerê Siloyê Sanikî
bi çi teherî ne
Ew kesê eskerê Siloyê Sanikî be
Serê wan papax e
devê cunaxê nava milê wan
elesorê Esawî ye Besrawî ne
Na na wele
di lingê wan de
gîzme şiftelî ne
Tivingê destê wan
temamê ji ê kuçukçapê Romê modalî ne
Wele siwarê wî
siwar dibin peyadar in
Ji xwe re ketine
serê daxan û çiyan
Mîna eskerê hukûmata Romê
dikin bikişf û qollî ne
Lo lo keko lo bira
ez serê siba Xwedê da
Bala xwe didimê
Dengê van tivinga
dengê zarûk û marûka nîne
Wele dengê van tivinga
dengê tivingê Mala Tûjo
Şerekê giran e
şerê Siloyê Sanikî bi sê birîn e
Lo lo keko lo bira
min ji te re nego
Tu mere şerê Siloyê Sanikî
Hirçê devêgeliya gamêşê golgeniya
Hêçê zilama berxê berana
Na na wele li orta meydanê
Gava çavê meriv
li çavê wî zalimî dikeve
Ez ji we re
sond bixwim bi sonda qesemê
Mîna bêhna sekerata mewtê
li pozê meriv bixe
Li orta meydanê
meriv ezraîlê xwe
bi çavê serê xwe bibîne
Birawo mere
serê xinga teb i qurbano
dîsa giran e şer e
Lo lo keko lo bira
min ji te re nego
tu mere şerê Siloyê Sanikî
Ew kesê ku
here şerê Siloyê Sanikî
Ez ji we re
sond dixwim bi sonda qesemê
Ji mala xwe bi kêf û şahî derê
Ji wir da nahê
bi selametî venagere

26. QEMERÊ

Ev helbest, berhemek e ji Wêjeya Gelî ye. Ji beşên Wêjeya Gelî ya Kurd, Wêjeya Gelî ya
Gelêrî ye. Em ji berhemê tê digehîjin bê ka çi taybetiyên vê hunerê hene. Kesê pêşî yê ev helbest
deraniye ne diyar e. Herçendî belî be jî, di dûr û dirêjahiya demê de, navê vî wêjevanê wenda bûye,
hatiye jibîrakirinê. Bûye malê hevpar ê gelî. Ev hilberînên hevpar ên gelî, Wejeya Gelî ya Gelêrî pêk
diêne.
Ev berhem, di nava demê de, ku belavî deverên cihê cihê yên welêt bûye, bi taybetiyên herêman
teşe girtiye. Êşên hevpar ên civakê, şîn û şahiyên civakê, bêrîkirinên civakê û cihêrengiya civakê, bi
sedsalan zindî girtine. Gehîştandine heta roja me ya îroyîn.
Hilberînên Wêjeya Gelî ya Gelêrî, çend jê ev in. Manî, lorîn, kilam, destan, qinîk, tiştanok,
çîrok, gotinên pêşiyan, pêkenî, efsane û lawij...
Zimanê vê helbestê xwerû, zelal, zimanê axivînê yê gelî ye. Teşeyê vê helbestê jî, ne çarîn e
lêbelê, di nava pexşan û nezmê ye. Pîvana xwe jî nêzî pîvana kîteyî ye. Bêtir xwedî qafiyeya zengîn
hatiye bikaranînê. Ji aliyê mijarî ve bi giştî li ser evînê ye. Gotinên kilamê ji devê zilamî hatine
girtinê.

Qemerê qemerê qemerê qemerê


Şirînê qemerê devlikenê qemerê
Çawişa qîzan û bûkan qemerê
De rabe dilê min
lawikê xelqê dîsa qemerê
Ê lê min ê digo
bejinziravê rengesmerê
Çavbelekê gerdenzerê
Wez ê bi qurbana
bejin û bala te ya zirav
Devê li kenê
çav û biriyê belek bim
Ji xema dilê min û te re vê sibê
Reşikê şarê Hemayê
vê sibê de berde
ser bêxwedîka vê kemberê
Ê de bira rebê alemê
ji heqê qebraxê bavê te derê
Tu pişta xwe mede darî
caxa bêxwedîka wê pencerê
Aliyê mala me xewle ye
Hela tu yê vê sibê were
Em ê ji xwe re qasekî
rûnên li heywanê
Li siya kadînê
li ber malê li navderê
Em ê bikin kêf û laqirdiyê
dunyayê dunyalikê
Hetanî kotî heram
jindo nemerdî mêrê
te yê xerab derê
Ji hewşê da
bi ser min û te re were
Belkî destê min li ser taximê
sing û berê te bibîne
Wê gavê bang bike
der û cîrana heval û hogira
Cemaetekî mîna ceaata hazir bînin
Bibêjin gelî musulmana
hûn şahid bin
Ji îro bi şûn da
bi sê telaqê jinberdanê
Mîna qîza felankesê
berdaye ji min re nabe
Belkî darê çeplê bigre bêje
Hadê siktir be derkeve
ji mala min derê qemerê
Hey lê lê hey lê lê
hey lê lê qemerê
Min digo qemera min
destmala destan e
Berdilka temamê xortan e
Gelek piçû ke hê nezan e
Qemera min naşît e bilmez e zarûk e
Bi êşa derdê min nizane
Wexta qemera min
di darê beşîkê da weka geda ye
Qîza malxeraba tu yê
destê xwe di navbêna destê min bikî
Were ez ê te birevînim ........
bavê ser xwidanê
Qemera min hey lê
lê dîlbera dilê min de rabe

Hey lê qemerê şirînê


qemerê nazikê qemerê
Çawişê qîzan û bûka qemerê
De rabe sebra ber dilê min
lawikê xelqê dîsa qemerê
Ê lê qemerê malxerabê sibe ye
Tu yê li heywanê
li navderê meskine
Ez pê hisiya me
divê berbûriyê te hatine
Xwazgînîkê te hatine
di mala qebraxê bavê te de rûniştine
Rebiyo qurbano wê çawa be
Divê nîvê qelenê xwe dane
Hawara Xwedê wele divê
şîranîka qemera min xwarine
Hema wez ê wê gavê
dihatim nava koma xwazgînçiya
Min digo ez di bextê
namûsa we û Xwedê de me
Hûn ê rabin herin malê
Bi sonda qesemê evê
kewa hanê kewa min e
Îsal heft salê min qediya
Ez şopa vê kewa hanê digerînim
Ji dora welatê Serhedê
Min kirî deşta
welayeta bêxwedîka şewitî
Evî xopana gundê hanê
Hûn rabin herin malê
Evê kewa hanê kewa min e
Na na wele gava min wer digo
Min bala xwe didayê
kotîheram jindo nemendî mêrî xirab
Çima lawê zengîna bû
mal û milk û zêr û perê wî pur bû
Di nava cemaetê de
radibû ser xwe
Hinekî kaxid û ewraqan
ji cêva xwe derdixist
Ê lê ji min re digo
de lo lo lawiko
bira mala te xira be
Heyla tu yê bala xwe bidiyê
Bi emrê waliyê Sêrtê
qaymeqamê qeza Qubînê
Bînbaşiyê cendirme belediye reîsê
welayeta Diyarbekira şewitî
Nûredîn Dîrek hetanî
muxtar û ezakê gundê yî xirabe
Ê wele tu yê
hela bala xwe bidiyê
Ê de navê wê kewa hanê
Temamî bi mor û îmze
li ser navê min e qemerê
Hey lê lê hey lê lê
hey lê lê qemerê
Min go qemera min destmala destan e
Berdilkê temamê xortan e
Gele piçûk e li destan e
Qemera min naşî ye bîlmez e zarûk e
Bi êşa derdê dilê min nizane
Wexta qemera min
darê beşîkê xwe de mîna gedan e
Qîza malxeraba tu yê
destê xwe di nava destê min bikî
Were ez ê te birevînim
Tu quma teze bavê ser xwidanê
Qemera min hey lê
lê dîlbera dilê min hey lê

27. XEZALA MIN

Kilam ji devê keçikan hatiye girtinê. Di pey gotinên keçikê de, îca zilêm avêtiye ser lawikê.
Ji aliyê mijarî ve evînî ye. Cureyê xwe kilam e. Berhem bûye malê gelî. Gelêrî ye. Kesê ku ev
helbest deraniye ne diyar e. Nêzî pîvana kîteyî ye. Teşeyê wê yê nezmî, nêzî çarînê ye lêbelê, di
navbera pexşan û nezmê de ye. Bi zimanê gel ê rojane yê axaftinê hatiye gotinê. Zimanê wê, zelal û
xwerû ye. Bêtir qafiyeya zengîn hatiye bi karanînê.

Xezal Xezal de hayê


hayê hayê wayê
Wele Xezal im
ji xezalê çiyayê bidar im
Wez ê xezal im
ji xezalê çiyakê bidar im
Yadê rebenê wele
wez ê werdek im
Ji werdekê avîsar im
Ez ê sala par vî çaxî
Delalîka ber dilê
lawikê xwe bûm
Kuriko gulbendê qîzan û bûkan bûm
Ê lê sala îsal ez ê
ketime ber tor û bextê
Kotî heram jindo
nemerd î mêrê xerab
Mîna kundê qûçan
hêdî hêdî yawaş yawaş
ez dixwarim xezal
Lê xezal hayê lê xezal
hayê lê xezal cefayê hayê
Li qûna çiyayê Şengalê
xezala min ê vê sibê
Rûniştiye li siya mîrata vê tifikê
Dikim nakim ji êvar de
xezala min xeyidiye
Hawara Xwedê çima
xezala min li min nayê rayê

Xezal xezal de hayê


hayê hayê wayê hayê
Wele wez ê xezal im
ji xezala çiyayê Xedaliyê
Wez ê xezal im
ji xezala çiyakê Xedaliyê
Ê lê devê min ê li çêrê
Çavê min ê li bazdanê
Gohê min ê li godariyê
Xwezila wez ê bibama
sulumekê ji sulumê
dora bêxwedîka modoliyê
Têketama qol û milê delalî malê
Çend sala pê ra li zozana
Hêdî hêdî yawaş yawaş
bigeriyama li seyda kewmariyê
Lê xezal hayê xezal hayê
lê xezal hayê xezal cefayê
Li qûna çiyayê Şengalê
xezala min ê vê sibê
Rûniştiye li siya mîrata vê tufekê
Ji êvar de bi mila ve
ez ê dikim nakim
Xezala min ne radibe ne diçêre
Hawar e li min
çima li min nayê rayê
28. MALA MAMÊ XELIKÎ Û ŞÊXDODIYAN

Helbest, berhemeke Wêjeya Gelî ya Devkî ye. “Berhemeke Wêjeya Gel” e. Bi zimanê gelî yê
rojane, bûyer hatiye ristinê. Pîvan, qafiye û teşeyê nezmî yê vê helbesta gelî, bi tehereke serbestiyane
ye. Bûyer hem bi teşeyê nezmê hatiye gotinê, hem jî dirûvê pexşanê didiyê. Şêwaza vegotînê bi giştî,
şêwaza axivîna rojane ya devê gêl e. Cureyê wêjeyî yê berhemê, bêguman dikeve binê navê “lawij”ê.
Çîroka helbestê balkêş e. Eşîra Şêxdodiyan, eşîreke navdar e. Ji herêma derdora Farqînê ye.
Eşîreke esîl e. Kesên bi nav û deng ên vê eşîrê hene.
Herweha eşîra Xelikan jî dîsa eşîrek e li derdora Farqînê. Mamê Xelikî, ji eşîra Şêxdodiyan
zilamekî dikuje, jinek jî vê lawijê li serê digerîne.

????????????????????????????????????????????

Derê ha wey la ha weyla hayê


Wî lê Şerê hayê
digo Hêlî Xanê
Dilê min evdala Xwedê
ji dilê vê kevokê
Bira li me nebariya zîpiyê baranê
Tavî ji taviyê vê teyrokê
Le bira xwe neda
Çola Soran û Kora
Biketa Gundêcano derê Şemrexê
Seriya Dêrikê û Dêrûnê
Le milê pira Malabadê
gohê pira Bazmanê
Şewlê Muqûrê
li çola Silê Gewherê
Ji şeveqa serê sibê da
Li devê derê konê mêvana
Ji xema dilê min
evdala Xwedê ra avêtî çokê
Kula dilê min siwaro
Hê nalîna dilê min ketayê
Par nexweş bû îsal birîndaro
Ji porkura dayika min dixwasto
Navîna ji kanîka sing û bera
Belekê binê berfê
ji zozana ramûsano
Le bira kula Xwedê
bi sê kula be
Têkeve berê Mala Mamê Xelikî
Tivinga destê wî
xwe bera dabû
Bi sê çar tilî ji carî emano
Lê wez ê çi bikim vê sibê
li orta meydanê
Dil û gurçikê
bavê min û van siwara hanî xwaro
Hahî hê hê hê
hey li min siwaro

Derê ha weyla de weyla


ha de weyla hayê
Wî de Şera hayê
digo Hêlî Xanê rebenê
Dilê min evdala Xwedê
dilekî dîn e
Mi dî vê sibê
ba tê baran pê ra dilîlîne
Le mi bala xwe dayê
Li Kema Gundêcano
Girê Şemrexê birekî siwar
kesekî peya li dora hev rûniştî ne
Mi bala xwe dayê
Siwarekî qapûtê wî sor e
di nava siwara de ketî ne
Çiqas kol û milê
xulam û xizmetkara şikestî ne
Kesekî kêm nake vê sibê
li orta meydanê
Teketekê qerebîna nateqîne
Kesekî kêm nake nabedilîne
Jê ra digo Hêlî Xanê rebenê
Tu yê vê sibê rabî bilezîne
Lê darê durebînê ji min re bîne
Ez binêrim ka
ev siwarê hanê kî û kî ne
Ê lê Şera digo hê hê
Hêlî Xanê rebenê
Agir bi konê
bavê min û te de danîne
Wele siwarê ketiye çetoyê axîn e
Lê Dilşokê ---Mistik ketiye
ber çardara bavê Mistê dikşîne
Hêstirê çava li ber serê
çardara bavê Mistê dirijîne

Lê minê digo bira


ne Ferha be ne Fatma be
Bira ne Çeto be lê lê
lê dayê ne Darda be
Lê hatanî Dûvê Şêxbira
Bavê Mistê digo
ez ji tewlê re li ba me
Hetanî çardara bavê Mistê
Li mezelê Şêx Xelîlê Pîlekan
ji me re xuya be
Wele hetanî kurê kura rabe
Bi her sê şêxê
zikê quva Zîla be
Bi Şêx Xelîlê Pîleka be
Bi dayika Sosina be
De na na wele mala temam
têkeve nava mêrikê Şêxdodî
Piştî kuştina Çetano
Bi sonda qesemê
tu carî sulha meriv
û mêrikê Şêxdodî çê nabe

Kula dilê min siwaro


Hey nalîna dilê min Çetano
Par nexweş bû îsal birîndaro
Ji porkura dayika xwe dixwest agir
Ava Kanîka Simo
ava belekê berfê
ji zozano ramûsano
Le bira kula Xwdê
bi sê kula be
Têkeve berê Mamê Xelikî
Tivinga destê wî dagirtî
çar terefî ji carde mano
De wez ê vê sibê
çi bikim li orta meydanê
Dil û gurçikê bavê Mistê
van siwara hanî xwaro
De hê hê hey
li min siwaro

29. ŞERÊ BOLINDÊ Û HEDHEDKÊ

Çeşnê wêjeyî yê vê helbestê, lawij e. Xwedî qafiye ye. Teşeyê berhemê yê nezmî jî, nêzî
pexşanê ye. Em nikarin bibêjin ku xwedî teşeyeke nezmî yî çarîn e. Dîsa kêşa xwe ne kêşa kîteyî ye
lêbelê, nêzî hejmara kîteyên pîvana kîteyî ye. Mijara vê hilberîna ku ji wêjeya devkî ye, li ser jiyana
civakî ya neteweya Kurd e. Hest, raman pêbawerî û êşên gelê Kurd anîne zimanê.
Ji devê jinê hatiye girtinê. Jina bi navê Eyşê, li ser zaroyên xwe ku, ji aliyê mezinê Sînika
Hesoyê Birahîm ve têne kuştinê, ev lawij gerandiye.
Riya mezinê ku serekê eşîra Reşkotaniyê ye, Hecî Mihemedê Mistê, ji aliyê mezinê eşîra
Sînikanî ve tê birînê. Dengbêj Huseynê Farê ku vê kilamê distrê, Hesoyê Birahîm weke
axayê Êzîdiyan jî dide nîşandanê. Ji devê Eyşê radigihîne ku Hesoyê Birahîm tevî siwarên
xwe, diavêje ser gundê wan ê Bolindê. Hecî Mihemed û du kurên Eyşoyê dikuje.
Dayê dayê dayê hê dayikê dayê
Le Şerê digo Eyşê rebenê
Mihemedo lo lawo
Berxê bavê mino
Minê digo çem
çemê şêx tuneye
Bira kula Xwedê
bi sê kula be
Têkeve berê Mala
Hesokê Brahîm Axayê Êzîdiya
Hema eskerekî giran hilanî
Ketibû Bolinda bavê Mihemed
Hedhedka bavê Emo
Giraniya vî eskerî ji êvar de
Ketibû mala bavê min û te ye
Hey lê dayê rebenê
Seet di çar û pêncê sibê de
Mi bala xwe dayê
tê nalînê birîndara
Şîrqînê mîratê bêşatêşa
Min dî peyakî ji Bolindê
derket li seriya Mala Mistê
Bi sê denga hawar û gazî ye
Ez ê bi dengê tivinga re
derdiketim devê derî
Bi ser meytê Têloyê birayê xwe re
dadiketim taxa jêrî
Rast hatim meytê
Hecî Mihemed cotê kura
Hesê Têlo bira Xwedê hebîna
Tu yê loman û gazina
ji xwişka xwe nekî
Wele wez ê gava çav diketim
Li meytê Hecî Mihemed cotê kura
Berxê bavê mino
lo lawo mîrata kezebê şirîn e
Hema min ê wê gavê
jibîr kiriba kul û kederê te ye
Heyla lê dayê rebenê
Min ê digo Mihemed zava ye
Qasim keya ye
Têloyê min
mehkûm û firar û eşqiya ye
Ez ê dadiketim taxa jêrî
Mina pepûka qipika ser çîçika ye

Herê dayê dayê


dayê dayikê dayê
Le Şerê digo Eyşê rebenê
Mihemedo lo lawo
Ez ê bi Bolinda bavê Mihemed
Hedhedka bavê Emo diketim
Sive ye min dî
berf û ba li me barî
Erdekî kevir bira
kula Xwedê bi sê kula
Têkeve berê Mala
Hesoyê Brahîm Axayê Êzîdiya
Hema eskerekî giran hilanî
Ketî Bolinda bavê Mihemed
Hedhedka bavê Emo
Giraniya vî eskerî ji êvar de
Li ber derê
mala bavê min û te de
Le Eyşê rebenê
dîsa wa ye cî bi cîk e
Heyla lê dayê rebenê
Seet di çar û pêncê sibê da
Mi bala xwe dayê
Tê nalînê birîndara
şîrqînê mîratê bêşatêşa
Mi dî peyakî ji Bolindê derketo
Li seriya mala
bi sê denga hawar û gazî kir
Ez ê bi dengê tivinga
derdiketim devê derî
Rast hatim li meytê
Têloyê birayê xwe
Dadiketim rasta jêrî
Rast dihatim li meytê
Hecî Mihemed cotê kura
Herê Têlo bira Xwedê hebîna
Tu yê loman û gazina
ji xwişka xwe nekî
Wele wez ê gava çav diketim
Li meytê Hecî Mihemed cotê kura
Berxê bavê mino
Derdê mîrata kezebê şirîn e
Hema min ê wê gavê
kul û kedera birayê xwe jibîr kir
Gelî gohdara cemaeta hazir
Dengbêja were gotiye
ji berê û paş de
Ji Hesokê Birahîm pêvetir
Bira kesekî li serê
civat û caxiyê camêrê mîna hazir
Rûnenê pesn û meziyetê xwe nede
Ê lê mebê
roja şerê Bolindê û Hedhedkê
Toximê mêra li Mala Dîbo
li Mala Quto nebê safî nekir

Heyla lê dayê min digo


Mihemed zava ye
Qasim keya ye
Têloyê min e
mehkûm û firar û eşqiya ne
Ez ê dadiketim taxa jêrî
Xata porkur mîna
qipika li ser çîçika ye
Hey lê lê ahî

4. FERHENGA PEYVAN

-A-

arav: Xweliya agirê ku dixine nava ku pê kincan dişûn

-B-
baweşîn : Di germê de, bi alavekê ba dihejînin, bo ku bêhna meriv derbikeve
bazir: Bazar, danûstendin, kirîn û firotan
bedr: 1.Têra xwe zanîn, xwedî keşf û keramet, 2. heyva çardeşevî
berav: Zemanê berê jin û keç diçûne devê çem û newalan, kinc dişûştin.
Ji vê yekê re digotin “berav, beravî”
besrawî: Ji mal an jî kesê ku ji Besrayê ye re tê gotinê
besîr: Kesê dibîne

beşera çav: Madeyê xweş ê röçikê mirovan


beytulemîn: Mala bi ewle
bizdonek: Kesê tirsonek, ji tirsan zirav lê qetiyayî
bizmar: Mîx, amûrê hesinî yê serî tûj, serî no
boz: Rengê di nêzî rengê spî de
-C-

canî: Cehnî, ya/ yê ji hespê


canib: Alî, teref, hêl (canim)
cêr: Derana avê ya ji çamûrê çêkirî
cêv: Berîk
ciriya: Rûdan, qewimîn
cunax: .........
-Ç-

çapilî: Cureyê çekê, çekên destê leşkeriya Turkiyayê


çarhezar: ..........(nola bazinan)
çembil: Ciyê ku meriv tiştekî pê radigre
çeper: Ciyên dûr û nerûbar ên ne pehn
çepl: Girtina bi mil û mêxan
çêlek: Mange
çok û çing: Qam qudûm

-D-

delav: Di devê newalan de, di mesîlan de, ciyê ku av lê diherike, dikin gol, ciyo
ciyo pêşiya avê digirin, av dimewice, pezê şivanan tên li serê avê vedixwin
ji van teşeyên avê re dibêjin delav.

derewîn: Kesa an jî kesê ku derew dike


dozbend:
dormal:
-E-

ecil: Dibe ku ecin be. Goştê hurkirî ku digel savarê hur bi xavî di hevudu de
dieciqînin.
elam: Pê agahdarkirn
ema: Erebî ye. Merivê kor î ku nabîne
erefe: Êvara roşanan, navê girê ku hecê êvara îdê diçinê
erşê alî: Di baweriya ola Îslamê de li asîmana ciyê bilindtirîn

-Ê-

êşîk: Sivder, ber derî

-F-

fena: Weke, mîna, nola


find: Mûm
fort: Axafina bi fors, tevgerên forsiyane
-G-

gazî: Hawar, medet


gede: Zarok, mindal, sebî
gezo: Nê aveke zeliqokî ye ku havînê bi pelên daran, tutûnê ve digre, çêja wê jî
şirîn e. Herweha navê nexweşinekê ye ku li dar û berên teaman dide.
gêdûk: Bager an jî bahoza ku di wateya mecazî de, di rewşa ne xweş de tê bikar-
anînê.
gidî: Eman, heyra
gilî: Hem di wateya vegotinê de ye, hem jî di wateya şikayetê de tê bikaranînê.
girê erefê: Li Meka Mukerem a welatê Suûdî Erebistanê, navê deverekê ye.

-H-

haf: Ji jorê ve derketine hember


hedan: Sebir, li ber xwe dayîn
helhel: Peyveke ku ji dengê sirûştî yê pêbûnê dertê ye.
helf:
hêç: Ji kesê har bûyî re tê gotinê.
hurmîn: Dengê lêketina ku ji ber teqîna topê derdikeve
hur: Ji kesê an jî kesa azad re tê gotinê.

-J-
jindo:
-K-
kar: Di kilamê de, di wateya têjika xezalê de hatiye bikaranînê.
kawis:
kevanî û bermalî: Pîreka malê, jina an jî bûka ku li kar û barê malê dinihêre.
kevnik: Destmal
kezebkeçik: Ji mirovên tirsonek re tê gotinê.
kihêl: Bernavê hespa mê ye.
kirtik: Perçeyê piçûk ên tiştên hişkî
kil: Dermanê çavan ku jin û keç pê bijangê xwe reşbelekî dikin
kolos:
kozik: Meteris, ciyê ku şer û pevçûnan de, peya xwe lê vedişêrin.
kulçe: Navgîneke ku pê tiştên ron- tîr dikşînin
kum: Teşeyekî potîn e ku sofî, feqî û mele didine serê xwe.

-L-

-M-
malekî:
marîn: Dengê sirûştî yê berx û miyan
mendîl: Destmal, potê ku dest pê tê maliştinê, paqijkirinê
mere: Meçe, me-here, fermana neçûnê
modelî: Cureyekî çak û sîlehan
murdar: Ne pak, ne qenc lêbelê kirêt

-N-

nalîn: Ji şimika darîn re tê gotinê.


naşît: Ne gihîştî, ji kesê ku nehatiye temenê balixiyê re tê gotinê
navder: Navbera deriyî, valahiya ku di navbera deriyê de heye
-O-
-P-
pepûk: Navekî teyran e. Bi wateya rebeniyê tê zanînê.
porkur: Jin an keça ku ji ber bûyereke ne çê porê xwe dibire.
-Q-
qamkinik: Mirovê ku bejna wî/wê kin e.
qaşkolî:
qewxe: Pevçûn, şer
qipik: Mirîşka/ tûtika ser hêkan ku êdî dê çîçik derîne.
qorat: Qorên pêsîran, ji her du pêsîran re tê gotinê.

-R-

rist: Ben, qinap, têl û tiştên nerm ku li hev û du


têne pêçanê, têne badanê jê re tê gotinê
rêsanê. Biharkî, giyayê ku diçinin, bi hêşînî li hev û du
ba didin, dikine rîsî.

-S-

sahir: Ji dema berbanga serê sibehê, ji şeveqê re tê gotinê.


serqot: Mirovê ku tiştekî nedabe ser serê xwe, jê re dibêjin.
sîren: Duduka tirênê ku gava dema birêketinê deng dide

-Ş-

şane û şût: Nîşan û elametên balkêş, ên xweserî hinekan.


şemdan: Ji ciyê şimayê datînine serê re tê gotinê. Dibe cureyekî findê be.
şêbisk: Ji guliyên ku keç bi ser hinarîkên rûyê xwe ve, bi ser guhê xwe ve
weke poçaxan berdidine xwarê re tê gotinê
şîrqîn: Ji dengê pêbûna tiştan ku bi tundî li tiştekî hişk dikeve tê gotinê.

-T-

talîm: Perwerdehiya ku li dibistan û leşkeriyê tê kirinê.


tehtik: Bernavê tehtên piçûk, navê hîmên mezin.
temezî: Cureyekî şelpeyên ku keç û jin davêjin ser serê xwe.
tengere: Tehereke siwariyê ye.
teng û ber: Gava heywanên siwariyê ji riyan re amade dikin, palan an jî kurtanên
wan li wan dikin, dibêjin ku teng û berên wan girê dan.
teres : Ji kesê ne selihî re, ne qenc re tê gotinê.
terkiya: Gava siwar li hespê siwar dibe, ji ciyê pişt wî re tê gotinê.
tewl: Ciyê ku hespekî, kerekî, an sewalekî din ê malê bibin, lê
girêbidin da ku biçêre, bi navê tewlê tê navdanê.
tor: Bext.

-V-
virek: Mirovê ku viran/ derewan dike

-W-

-X-

xar: Ji kevirên seqî yên ku sengele pê ji xwe re dileyixzin tê gotinê.


xelxele: Ciyê ku lê deng û kes tu nîn e.
xendeq: Li dora dema ku weke cuheke kûr û dirêj bikolin û vala bihêlin
jê re dibêjin.
xewle: Bêdeng û nepenî. Veşarî
xunav: Teşeyê barîna baranê ku hurik hurik dibare.
-Y-

yaban: Biyanî, ciyê ku şînasî ye, ne naskirî ye


yoxilme: Lêgerîn

-Z-

zerî: ji keçên bedew re tê gotinê.

FERHENGA BIWÊJAN

-A-

agirê kulê pê ketin:

-B-

bala xwe dayîn:


bal û dêhna xwe berdayîn:
bavê bavê mino:
bejinzirava ber dil:
berê xwe dana wirê:
bextê xwe xera kirin:
bêhn li poza xistin:
bê lome bûyîn:
binê xetê:
bi diyarê wirê ketin:
bi ocaxê wî/wî ketin:
bi ser de derbasbûn:
bi ser de kişiyayîn:

-C-

carê cara:

-Ç-

çav pê ketin:
çendik û çend sal:

-D-
derdê wî kişandin:
derba xwe hilanîn:
dest bi dest bi hev de danîn:
dest ji hev û du qetandin:
destê min li dawa te be:
di bextê namûsê ketin:
di dilê wî de hebûna kulê:
di yekî/yekê de hebûna dil:
dil ketina wî/ wê:
dilê dîn:

-E-

erd hilanîn:

-Ê-

-F-

felekê mala te xera be:

-G-

giran e şer:
gurê meha sibatê:

-H-

hatina wî ya bi xar:
hêçê zilama:

-Î-

-J-

jê geran:
ji heqê wî/wê derketin:
ji mintirê:
ji xema dilê wê/wî re:

-K-
ketina tor û bextan:
kezebkeçikiya wî:
kir nekirîn:
koranî bi çavan de hatin:
kuliya zimanê wî/wê xwarin:

-L-

li bayê bezê çûyîn:


li min por kurê:

-M-

malik mîrat kirin:


-N-

nav li xwe dayîn:

-O-
-P-

pêjna delalîk lê danîn:


pêşîka wan berdan:

-Q-
qam û qudûm û çok û cinya şidandin:
qasidê mîrata qolfelekê:
qela mêra lê anîtin:
qelp derketin:

-R-

rû reşbûna yekî:

-S-

serê xetê:

-Ş-

şane û şût :
şewitîna dilî:
şop lê gerandin:

-T-
temam hatina serê:
tune bûna halê wî/ wê:

-V-

-W-
-X-
xwedê hebîna:
xwe avêtina wirê:
xwe girê dan:
xwe ji destan deranîn:
xwe ji dîn û îmanê kirin:
xwe kem kirin:
xwe kur kirin:
xwe lê danîn:

-Y-

-Z-

You might also like