Professional Documents
Culture Documents
1 2
Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Lê ji te îhsan û xufran û kerem Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat
Ger divêtin hûn ji narê bin necat Gotî wî Pêxamberê alî sifet:
Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat Mewlûda min her kesê mezin biket
Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî Salîha tesbîh kirî nûra şikerf
Xêrekî mezin ji bo hasil dibî Şeş mîet elf û çîhar û bîst û elf
Her kesê hazir bike ew yek te'am Qudret û te'zîm û mînnet merhemet
Ba buxur û şerbet û qedrek temam Hem se'adet hem keramet menzîlet
Gazî ket îxwan û hilbêtin çira Hem hîdayet hem nubûwwet rîf'ete
Bête xwendin Mewlûda xeyr-ul wera Ta'ete yazdeh şefa'et temmete
Tête heşrê ew digel xelqê berê Her yekî westabû tê de çendî sal
Ye'nî ba Pêxamberanî enwerê Lê 'eded mes-pare 'ilmê Layezal.”
Herçî bînit, hindî tiştê xwarinê Her yekî tesbîhekî xas û cuda
Dê mûbarek bit li ber vê xwendinê Daîmâ tesbîhê xwendin bo Xuda
Bête xwendin ger li yek sîkke-dîraf Paşê avête çihar behrê mezin
Dê mûbarek bin dera hin bêne zaf Wî Xuda yê “Layezalê” îns û cin
Bête xwendin ger li avê ê vexut Behrê nusret, sanî behrê merhemeh,
Rehmî nazil cumleê 'îlett dibit Behrê qudret, behrê îrfan în hemeh
Her cihê lê bête xwendin rehmet lê Çûn ji behrê me'rîfet ew hate der
Dê Melek bibin tijî wê menzîlê Qetre jer werya bi îlham ew qeder
Xanîyê lê bête xwendin ev sela Sed hezar û hem çihar û bîst-i elf
Dê bibîte ba'îsê def'a bela Her yekî bû yek Nebîyyê dil-şikerf
Dafi'ê cumle hesûdê çav xerab Nisfê ewwel dayî çavê heybetê,
Der mezarê sehle lê redda cewab Nisfê sanî dayî çavê şefqetê.
Pirr kesan dîtin keramet û eser Hem kelî ew behr û kef da û dûxan,
J' xwendina Mewlûda Sultanê beşer Kef bûye erd û dûxan bû asîman.
Ger divêtin hûn ji narê bin necat Ya qelem binvîs bi emrê Padîşah
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Ez çi binvîsim bi ferman ya Îlah
Girtî yek qebde ji nûra Xu Xuda, Qale: "Ûktûb Laîlahe îlla ene",
Gote wê: "Kûnî Hebîbê Ehmeda". Hem Muhemmed Qasidê emrê min e.
Hêj ne erş û ferş û kûrsî û qelem Sacîdû bê hiş kerî sed salî dî
Hêj ne lewh û Enbîyayê muhteşem Ser hilîna got Îlahî seyyîdî
5 6
Ger nebûya ew Muhemmed, lewh û erş Emrê Cebraîl kirî paşê çûnan
Minnetîna ne wucûdê ta be ferş Wê bi gîre der zemîn û asîman
Ney tû êney Cennet û narê mezin Behr û berr û şerq û xerbê 'alemê
Cumle eşya min ji bo Wî çêkir in Hate gêran hêj ne behsa Ademê
Bûye Sunnet lew selam û redd e ferd. Paşê bir avête baxê Cennetê
Cûmle ehwal paşê hingê kirne erd. Xeyrî darê jê bixwe j' her nî'metê
Cumleê ehwalê 'alem bêş û kem Rebbê 'alem gotî Adem ey mûlî
Wî nivîsî borî yû hişk bû qelem Tu ji bo Nûra Muhemmed hamilî
Ger divêtin hûn ji narê bin necat Ew Hebîbê Min di pişta te zuhûr
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Lew Melek têne temaşeyê ji dûr
Çûn îradet hate sultanê refî' Gotî Adem ey Xuda wendî felek
Çêkirî Adem bi vî şiklê bedî' Min divêtin bêne pêş min ew Melek
Ew dilê erdê û hem hûsn û biha Hin dibêjin hate tilya şahidê
Zîneta meknûn û dûrra bê biha Lê heqîqet her dizanitin Xudê
Gotî Adem: -Ya Îlahî qenc e bêt Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bête tilyan her çi maye, Min divêt Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat
Çûnkî bê emrê ji Adem bû zîhar Hin yekî ‘Ednan û Me'd û hem Nezar
Nûr ji enyê hate piştê bû sitar Mudr û Îlyas in bizan ey goşîdar
Nê ji darê xwarin herdu kan şîrîn Mudrîke paşê Xûzeyme taze 'eyş
Hûlle ê Cennet ji bejnê da firîn Hem Kenen e paşê Nedr e bû Qureyş
Îhbîtû mînha cemî'en hate emr Malîk û hem Fehr û Xalîb hem Lûwey
Adema dî pêkve lakîn bi sebir Ke'b û Mûrre hem Kîlab û hem Qusey
Wextê rabit Ehmedê alî alem Tête vehcespân û çapûk bide reng
Nasixê tewrat û încil û sanem Tête ser yek mislê ewrê taze reng
Lêk vegeryan hem sûal û hem cewab Tête veh-fil- halî zanalî maqam
Way û weylê kefte nav ehlê kîtab Ez dibînim tête piştamin temam
Wan yeqî kir Abdullah hate wucûd Seata rûnim li ser mehda zemîn
Ba’adawet qast kirin qetla wî zûd Min acaîp tête pêşmin aferîn
Ger divêtin hûn ji narê bin necat Hem ji erdê tête semê ev kelam
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Wî digelte Ehmed wes-selam
Ehlê kizb û ehlê zûr û îftira Her çi darê hişkê ez çume binî
Çendî carân hatine um-mûl qura Bu hîşîn kesk ji bekan pir xenî
Xweş divê babê azîzê maderê Çavê min mizgîn l ite ey nazenîn
Rohnîya malê û zîba esmerê Dê ji te zahir bitin şahê emîn
Dohtî çâkanî kureyş û hem ereb Min dîye der xewab û mame mûntezer
Muntezir bun pêkwe bo wî roz û şeb Ehmed ji pişta teye canê peder
Her yekî hîvî dikir ew bit qebûl Çûnkî Ebdillahê rabû pâkî zat
Ba yekî wî qet neda meylâ wusul Xweş li qetla wî cihûdan kir xebat
Hatine heftê cihûd ez milkê şam Çun ji Evdillahê dît ew sir û hal
Taze beyat best û ehd dane temam Xweş li lewhê dil nivîsî ev xeyal
Cengî û merdê dila wer şûreger Ger qebul ket min daye wî Emîna
Pêkve xwarin sund û bestên taze şer Pak û masûmê hebîb û mûqîma
Ta neêtê kuştin ew zîba heram Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Yek ji me naêtê ax û milkê şam Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat
Rahê sehra girt ewanê kîne dûz Paşî wê sirra azîm û nûr û tab
Mislê kûndê her bi şev çune birûz Nazîlê qelbê weheb bu îttirab
Firseta xwe dîn û rabun şûr û hesin Gotî Evdillah bi bitin ew qebûl
Çun di payde mislê gûrê dev bi xwîn Temşîyet dê bit û çê bît usûl
Ger divêtin hûn ji narê bin necat Nazik û sîma xweş dîlber ewe
Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat Layiqê wî babê ta wî her ewe
Çun seda hat û weheb lê kir nezer Gotî dayê rabe ey zîba xîsal
Hate Evdillahê qewmê xwînceger Zewceyê bo min bi xwaze bes delal
Xeybeyanê keksê puşî gulîzar Pir şepal û gûl rixanê taze eyş
Hatin û jêk rakirin ew tar û mar Sakînanê perdeyê alê qûreyş
Terfetûl eynê cihûd berbat kirin Dil newa û pêkve naz û qende leb
Wan ji iqlîmê cîhan winda kirin Kes nedî şîrîntir ez binta weheb
Çêkirin zâd û teamam bil-eceb Lew li ser suret revî teşbîhê mar
Hem qureyşî xwendin û hindî ereb Hate gohê bo qûbeysê kir hewar
Xweş newa û xweş eda hatin ereb Lew li min çêbuye tirs û zelzele
Cuma bu ew şeb nehê mahê receb Ba Muhemmed Emîna bu hamîle
Der Mekkê meşhûrî bu ev gotina Yek j ime êdî nehiştin bit eyan
Evdillah zavaye bûke Emîna Wî li me rê girt çuna asîman
Bû û zava herdû çune xelwetê Hate xwin rêzê cîhan qir seffaq
Şahîyane kefte baxê cennetê Em ji deste wî hemî dê bin helaq
Emîne gote şeş meh çune ser Emrê Evdillahê bîst û pênc û sal
Min ji hemla xwe nedî qet yek eser Burî û kir ji wê dinya îrtîhal
Paşî şeş meh gote min awazê xeyb Esmerê min ma ji xelkê karîwan
Min li te mizgîne Pakîze ceyb Hatine pey dane ew ruh û rewan
Ewwela min dî ji min nurek diçit Hem melek rabun û gotin ya kerîm
Qesrê bûrsa min ji Eqsa wî didît Nê hebîbê te Mihemmed ma yetîm
Mahî rabi Nuh û Xamis Hud û hem Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Hatine mizgînî da min ez kerem Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat
Mahî sabi hatî İsmaîl zebîh Ya nehê zail jbu ji tirs û xena
Mijde bexşî min ji wî hemlê melîh Ya dehê bu mijdedar xîf û mîna
Mahê samin hatî Mûsa ba wefa Yanzde hem bu xûlxûl û awaz û hem
İbşîrêya Emîne bil Mistefa Zimzima tesbîh û hindî der herem
Mahê tasi hatî îsa ji asîman Diwanzde hem hil bu şemala dewletê
Mijde da min hatî siltanê cîhan Emîna mabu tenê der xelwetê
Ba ticaret dê biçita semtê şam Emîna got mam bi tenî bê mêr û jin
Der Medîne bar bikî temr û team Ez demek tirsam û lerze hat emin
17 18
Min dî xanî ronî bu xayet belê Sipî û wek şîr şêrîn wek esel
Çarî jin hatin ji riknê menzelê Nê ji wê şî û esel bune mesel
Bejn û bala ser û sîmayê şefaf Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Min şibhandin tuxmeyê Evdilmenaf Bi işq û şewqek hûn bibêjin Es-selat
Yek li destê rastê hat û yek li çep Cûmle zeretê cîhan da ev nîda
Yek li pişt û yek li pêş min ba edeb Kirne gazî pêkve gotin merheba
Rast û çep min di kewakip têk firin Merheba ey şemsê taban merheba
Qafê ta qafê cîhan bu enwerîn Merheba ey canî canan merheba
Pêkve dinya min dî buye qûrsê nur Merheba ey qurret-ûl aynî xelîl
Meşriq û mexrib didîtin min ji dur Merheba ey xasê mehbûbê celîl